Spanya dewleteke filîstînî bi şert qebûl dike

19-11-2014
RÛDAW
A+ A-

 

 

Dusseldorf (Rûdaw) - Parlemena Spanyayê amade ye ku dewleta Filistînê fermî nas bike, lê bi şertê ku Filistîn û Îsraîl bi hevdîtinan bigihijin lihevhatinekê li ser du dewletên ji hev cuda.

 

Duhî êvarî di dengdanake sembolîk de parlemena spanî bi piraniya dengan amadebûna xwe nîşan da ku serxwebûna Filîstînê nas bike.

 

Ji bo ku Parlemena Spanyayê bi fermî dewleteke filistînî nas bike, ew şert tê danîn ku herdu alî li ser peymaneke ji bo du dewletên ji hev cuda li hev bikin.

 

Biryar bû ku ew dengdana li ser naskirina dewleta Filistînê ne sembolîk bûya, lê piştî bûyera doh li Qudsê, ku di encama êrişa du Filistîniyan ya ser kenîşteyeke cihûyan de heft kes hatibûn kuştin, di nav wan de herdu êrişker jî, Parlemena Spanyayê helwesta xwe ji bo xatirê Îsraîlê nerm kir û dengdan jî kir sembolîk.

 

Piştî Brîtanyayê, Frensa jî xwe amade dike ku vê mehê li ser naskirina dewleta Filistînê di parlementoya xwe de dengdaneke sembolîk pêk bîne.

 

Weke yekemîn welatê ewropî, Swedê beriya demeke kurt diyar kiribû ku ewê dewleta Filistînê nas bike. Ev biryara Swêdê li Îsraîlê rastî helwestên tund hatibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst