Amerîkayê li ser kuştina Sinwar: Ji bo bidawîkirina şer xaleke veguherînê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî ya Koşka Spî li ser kuştina Serokê Hemasê Yehya Sinwar got, "Em di wê baweriyê de ne ku ji bo bidawîkirina şer xaleke veguherînê ye.”

Artêşa Îsraîlê ragihand ku Serokê Ofîsa Siyasî ya Hemasê Yehya Sinwar li Refahê ji aliyê hêzên wan ve hatiye kuştin. 

Serokê Hemasê yê Xezeyê Xelîl Heye jî piştrast kir ku Sinwar li Xezeyê hatiye kuştin.

Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî ya Koşka Spî John Kirby diyar kir ku astenga herî mezin a li pêşiya pêkanîna agirbesta li Xezeyê Sinwar bû û got:

“Em di wê baweriyê de ne ku rawestandina şer gelekî girîng û krîtîk e.

Her wiha em di wê baweriyê de ne ku kuştina Sinwar ji bo bidawîkirina şer xaleke veguherînê ye.”

John Kirby da zanîn ku ji bo agirbesta li Xezeyê hevdîtin berdewam nakin û got:

“Xwezî îro min ji we re bigota ku ji bo destpêkeke nû me dîsa li Dohayê hemû alî anîn ba hev an jî me dest bi destpêkeke nû kiriye.

Lê mixabin em niha ne di wê xalê de ne.”

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin jî amaje bi wê yekê kir ku kuştina Sinwar dê derfetek be ji bo guherînên li Xeze û Libnanê.