Wezîrê Parastinê yê Almanyayê: Pêwîst nake em polîtikaya xwe ya li Îraqê biguherin

19-10-2023
Boris Pistorius / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Boris Pistorius / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Boris Pistorius Îraq Herêma Kurdistanê Hevpeymaniya Navdewletî
A+ A-

Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Boris Pistorius got, “Bi ya min pêwîst nake ku em polîtikaya xwe ya li Îraqê biguherin.”

Doh Parlamentoya Almanyayê li ser mana leşkerên Almanyayê ya li Îraq û Herêma Kurdistanê civiya.

Ji 672 parlamenteran 560 parlamenterî dengê “erê” da.

Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê pêvajoya dengdanê şopand.

Ala Şaliyê da zanîn ku 108 parlamenteran dengê “na” daye û 4 parlamenteran jî dengê xwe şewitandiye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, piştî vê biryarê spasiya Almanyayê kir û got, “Em dê bi hev re DAIŞê têk bibin.”

Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Boris Pistorius li ser biryara parlamentoya welatê we pirsên Ala Şaliyê bersivandin:

Rûdaw: Rola hebûna yekîneyên Almanyayê ya li Îraq û Herêma Kurdistanê çiqasî girîng e?

Boris Pistorius: Rola Almanyayê ya di nava Hevpeymaniya Navdewletî de girîng e. Em hem bi rayedarên Îraqê hem jî bi yên li bakur re bi awayekî nêzîk dixebitin. Hikûmeta Îraqê xwest me jî dema mana leşkerên xwe dirêj kir.

Herçiqasî rewşa aramiyê baştir bûbe jî li gorî me, em dê hîn jî sûdê bigihînin aramiya herêmê. Hevsengiya di navbera me de gelekî baş e. Mala Xwedê ava ku parlamentoyê ev biryar da, ez ji ber vê biryarê kêfxweş im.

Rûdaw: Gelo dê 250 leşkerên we li Herêma Kurdistanê bimînin an hûn dê hejmarê zêde bikin? Hûn wekî wezîrê parastinê yê welatê xwe dixwazin çiqas alikariyê bidin Herêma Kurdistanê?

Boris Pistorius: Bi ya min pêwîst nake ku em polîtikaya xwe ya li Îraqê biguherin lê biryara dirêjkirina dema mana leşkerên me ya li Îraq û Herêma Kurdistanê mecalê dide me ku em hejmara wan jî zêde bikin. Dibe ku niha hejmara leşkerên me ya li wê derê wekî xwe bimîne lê ev biryar derfeta zêdekirina hejmarê dide me.

Rûdaw: Hûn çawa alîkariyê didin pêvajoya reformên Wezareta Pêşmergeyan?

Boris Pistorius: Em wekî piştgirekî bêalî di pêvajoya xurtkirina hevkariyan de xwedanrol in. Pêşketina Îraqê ya di vî warî de bi rastî jî girîng e. Ji ber vê yekê em kêfxweş in ku karên me bi hevkariyê dimeşin.

Rûdaw: Hûn dê di demeke nêzîk de herin Îraqê?

Boris Pistorius: Bi rastî min dixwest îsal biçim lê çênebû. Ez dê sala pêşiya me di dema herî nêzîk a pêkan de herim Îraqê.

Rûdaw: Dema mana hêzên we ya li Îraqê hat dirêjkirin. Gava ku hûn li rewşa Rojhilata Navînê bifikirin ev biryar ji bo Almanyayê çiqasî girîng e?

Boris Pistorius: Herçend hejmara wan sînordar be jî girîngiya hebûna hêzên me li holê ye. Ji ber ku em dê hîn li wê derê bimînin û li kêleka hevkarên xwe bin em kêfxweş in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst