Kompaniya Fransî Lafarge li xwe mikur hat ku alîkariya DAIŞê kiriye

19-10-2022
Mihemed Ibrahîm
Wêne: AP
Wêne: AP
Nîşan Lafarge DAIŞ Alîkarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kompaniya Lafarge ya Fransî ya çîmentoyê ku di dema hebûna Daişê de li Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê kar dikir, itîraf kir ku wê bi milyon dolaran pere dane DAIŞê ji bo ku karê xwe berdewam bike. Hikûmeta Amerîkayê Kompaniya Lafarge bi 778 milyon dolaran ceza kir.

Roja Sêşemê, Kompanyaya Lafarge a Fransî li wê yekê mikur hat ku bi milyonan dolar dane DAIŞê ji bo ku kompanyaya wan li Sûriyê vekirî bimîne û karmendên wan jî bêne parastin.

Wezareta Gencîneyê ya Amerîka dibêje, kompanya Lafarge, di havîna 2014an de bi milyonan dolar dane DAIŞê, di wê demê de ku, bi hezaran kesên bê tawan bûne qurbaniyên tawanên DAIŞê.

Dozgerê Giştî yê Encûmena Asayişa Niştimanî ya Amerîkayê Matthew Olsen got "Tometbaran bi milyonan dolar bi awayekî neyasayî gihandine DAIŞ û Bereya Nusre ku, du metrisîdartirîn grûpên terorîstî ne li cîhanê. Min tundutîjiya gelekî xirab dît ku, ji aliyê wan rêxistinên terorîstî ve, hatin encamdan û herwiha min dît çawa wan sûd ji nakokiya tayifî li Sûriyê dît, ji bo dagîrkirina gelek navçeyan û serkutkirina xelkên sivîl, herwiha ji bo bidestxistina dahatekê da ku pîlanên êrîşên xwe zûtir bikin. Tometbaran serederî ligel wan grûpan kiriye û pereyên neasayî dane û her weke gelek caran me bihîstiye, wan grûpan bi dirindtirîn şêwaz serederî ligel xelkên sivîl li Sûriyê û çendîn cihên din kiriye û pîlan li dijî Amerîkiyan dariştine."

Hikûmeta Amerîka ragihand, ew kompanyaya Fransî, yekem kompanyaya rojavayî ye tê tawanbarkirin bi wê yekê ku alîkariya DAIŞê kiriye û bi wê sedemê jî, 778 milyon dolarî hate sizadan.

Kompanyaya Lafarge, sala 2010an li navçeya Çelebiyê ya Kobaniyê ya Rojavayê Kurdistanê, çaxê taybet bi xwe vekir û birrê 680 milyon dolar weke sermayeguzarî li Sûriyê kiriye.

Di navbera salên 2013 heta 2014yan, wê kompanyaya Fransî bêhtir ji 5 milyon û 900  hezar dolar dane DAIŞê ji bo ku kompanyaya wan li Sûriyê vekirî bimîne û herwiha ji bo parastina canên karmendên xwe. Bi sedema wê rêkeftinê jî ligel DAIŞê, di dema wê salê de, kompanyayê bêhtir ji 70 milyon dolarî qezenc kiriye, berî ku Îlona 2014 bi yekcarê bê girtin. Kompanyaya Lafarge a Fransî û şaxa wê li Sûriyê, bi berhemanîna çîmentoyê taybet bûn.

Parêzerê navçeya rojhilatê New Yorkê Breon Peace diyar kir "Ev yekem kompanya ye ku ji aliyê Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê ve tê tawanbarkirin, bi wê sedema ku alîkariya rêxistinên terorîstî yên biyanî kiriye."

Ji bilî wê tometa ku ji aliyê Amerîkayê ve ketiye stûyê kompanyaya Fransî, li Fransa jî, çar tomet arasteyî wê kopmanyayê bûne, taybet bi serederiya wan li Sûriyê, lê Kompanyaya Lafarge wan tometan red dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst