Cezayîr dê 25 Kobaniyan radestî Hikûmeta Sûriyê bike; koçberan dest bi greva birçîbûnê kirin

19-10-2022
RÛDAW
Nîşan Cezayîr Hikûmeta Sûriyê Greva Birçîbûnê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 4 roj in Hêzên Ewlekariyê yên Cezayirê 25 koçberên ji Kobanî û hejmareke koçberên Filistînî girtine û ji wan re gotine dê wan bişînine Nîjeryayê yan jî radestî Hikûmeta Sûriyê bikin, koçberan jî dest bi greva birçîbûnê kirine.

Li gorî zanyariyên ku gihiştine Rûdawê, berî 4 rojan dema ku wan koçberan xwe amade dikirin bi belemekê xwe bigihînin Ispanyayê, hêzên Cezayirê li bajarê Mistexanim ew girtin.

Mesûd Qadir, yek ji wan koçberan e dengek ji zindanê Rûdawê re şandiye û dibêje, wan dest bi greva birçîbûnê kirine û ew naxwazin ji bo Nîjeryayê bên avêtin, dibêje ew dixwazin yan ji bo Libnan yan jî ji bo Iraqê bêne şandin.

Koçberê ji Kobanî Mesûd Qadir ji bajarê Mistexanim a Cezayirê ji Rûdawî re dengek şand û got, “Ez vê peyamê ji Rûdawê re dişînim, em 25 koçberên Kurd in, 3 Filistînî ne û 2 jî ji bajarê Derayê ne, em di zindana bajarê Mistexanim de ne li Cezayirê, ev du roj in me greva birçîbûnê dest pê kiriye.”

Koçberê ji Kobanî Mesûd Qadir di tomara dengî ya ku şandî de bang li Neteweyên Yekbûyî kir û anî ziman, “Em dixwazin Neteweyên Yekbûyî bi hawara me ve bê, ji ber em koçber in, em mafê xwe dixwazin. Li vir danûstandina koçberan li gel me nakin, dixwazin me bişînin Nîjeryayê yan jî bişînin Sûriyê, lewra metirsî li ser jiyana me heye, li vir çete zêde hene, tenê em dixwazin Neteweyên Yekbûyî mafê penaberiyê bide me, yan me vegerînin Libnanê yan jî Iraqê. Em dixwazin hûn vê peyama me bigihînin, divê Civata Ewlekariyê ya Navdewletî bi hawara me ve bê, em mafê xwe yê penaberiyê dixwazin.”

Ev demek e Kurdên ji Rojavayê Kurdistanê hewl didin bi rêya Cezayîrê qaçaxî xwe bigihinîne Ewropayê lê hejmareke zêde ya koçberan di deryayê xeniqîn. Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriyê (PDKS) îro daxuyaniyek da û diyar kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê cenazeyên Kobaniyên ku li Cezayîrê xeniqîne vegerîne Kurdistanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst