Freedom House: Li Tirkiyê 'azadiya înternetê' nîne

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapora sala 2022ê ya saziya mafê mirov a navdewletî Freedom House, Tirkiyê di nav rêza wan welatên ku “azadiya înternetê” lê nîne cih digre.

Saziya mafê mirov a navdewletî Freedom House, “Rapora Azadiya Înternetê” ya sala 2022ê eşkere kir. Di rapora ku nirxandina 70 welatan hat kirin de, 17 welat di beşa “azad”, 32 welat di beşa “azadiya sînordar” û 21 welat jî di beşa “ne azad” de cih girtin.

Di raporê de puanê Tirkiyê jî li gor sala par 2 puan daketin û Tirkiyê bi 32 puanan di beşa welatên ku azadiya înternetê lê nîne cih girt. Puanê Tirkiyê sala par di ser 100î re 34 bû.

Di rapora ku astengiyên li pêş azadiya înternetê hatine nivîsandin, bi giştî derbarê Tirkiyê de ev xal derketin pêş:

-Li hejmarek bajar ji ber xirabûna bingeha avahîsazî û kabloyên hatin dizîn internet qut bû.

-Malperên du saziyên medyayê yên navdewletî, bi hinceta ku serî li lîsansa neteweyî nedane hatin astengkirin.

-Yasaya sosyal medyayê ku bandoreke mezin li saziyên nûçeyan ên serbixwe kir di sala 2020ê de kete warê cîbicîkirinê. Saziyên nûçeyan û platformên sosyal medyayê bi fermanên rakirina nûçeyan armanc hatin girtin.

-Di demeke ku medyaya alîgirên hikûmetê bi pêş ket, malperên saziyên nûçeyan ên serbixwe di dema weşanên xwe de hatin astengkirin û ev jî bû sedem ku pêşkêşkirina nûçeyên cuda bo bikarhênerên înternetê yên Tirk kêm bibin.

-Yasayeke nû ya “xelitandinê” (dezenformasyon) bo Parlamentoyê hat pêşkêşkirin. Yasa jib o kesên ku bi qest nûçeyên derew belav kirine cezaya girtîgehê dixwaze.

-Herî kêm bikarhênerekî sosyal medyayê ji ber parvekirineke xwe bi cezaya heta hetayê hat cezakirin. Rojnamevanekî ku derbarê mijara Kurdan de nûçeyan çê dike, ji ber parvekirineke li ser Facebookê bi cezaya heta hetayê hat cezakirin. Herwiha ji ber parvekirineke li ser Twitterê 4 sal û 11 meh cezaya girtîgehê li Seroka Şaxa Stenbolê ya CHPê Canan Kaftancioglu hat birîn.

Rojnamevan ji ber nûçeyan rûbirûyê êrîşên fîzîkî û destdirêjiyan bûn.