Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê, di biryareke doza azadiya raderbirînê de ji Tirkiyê daxwaz kir, xala 299emîn a naveroka wê “heqaret li serokkomar”e ya Qanûna Komarî ya Tirkiyê biguherîne.
Li gor medya Tirkiyê, biryar di doza welatiyê Tirkiyê Vedat Şorli ya sala 2019an hatibû vekirin de hat dayîn. Ji ber du parvekirinên li ser Facebookê 11 meh û 20 roj ceza li Vedat Şorli hat birîn û cîbicîkirina biryarê hatibû paşxistin.
Vedat Şorli, di parvekirina yekem de wêneyek danîbû ku serokê berê yê Amerîkayê Barack Obama, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdoganê ku cilên jinan li wî bûn maç dikir û Erdogan bi Kurdî jê re digot, “Mêrê min tê tapûya Sûriyê li ser min bikî.” Di parvekirina duyem de jî wêneyê Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu hebû û rexneyên tund li siyaseta derve ya Tirkiyê dihat girtin.
Piştî dadgehên bilind ên Tirkiyê îtirazên wî yên derbarê cezayê de red kirin, Vedat Şorli bi hinceta azadiya raderbirîna wî hatiye binpêkirin, serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê da.
Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê îro derbarê doza Vedat Şorli de biryar da, cezaya di çarçoveya Xala 299emîn a Qanûna Komarî ya Tirkiyê hatiye dayîn, binpêkirina Xala 10emîn a Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê ye.
Di biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê de hat ragihandin, dema dewletek bixwaze rûmeta serokkomar biparêze nabe statuyeke yasayî ya taybet bide wî.
Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê got: “Ti belgeyeke rewa nîne ku Vedat Şorli ji ber parvekirinên Facebookê bê desteserkirin û darizandin. Biryara dadgehê ya derbarê Şorli de, zexteke li ser bikar anîna mafê raderbirîna wî de. Ji ber dozên bi vî awayî dubare nebin pêwîst e Xala 299emîn a naveroka wê `Heqaret li Serokkomar`e ya Qanûna Komarî ya Tirkiyê li gor Xala 10emîn a Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê û îçtihadên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê bê guncivandin.”
Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê, herwiha biryar da Dewleta Tirkiyê 7 hezar û 500 euro qerebû bide Vedat Şorli.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse