Galeriya wêneyan

19-10-2021
11 Photos

Menahem KAHANA / AFP

Hunermendekî Amerîkî li gel 300 kesên din ji bo ku bala cîhanê bikişînin ser xetera li ser Deryaya Mirî, bi awayekî tazî û bi boyaxkirina laşê xwe bi rengê spî, çûne ser wê deryayê.

Di çarçoveya projeya nû ya wênekêşê Amerîkî Spencer Tunick de, bi sedan modelên tazî li çolek nêzî Deryaya Mirî, ku wekî Gola Lût jî tê naskirin, meşiyan. Model tenê bi boyaxek spî xwe peçandibûn.

Deryaya Mirî, gola xwê ya ku ji rojhilat ve bi Urdunê ve, ji rojava ve bi Îsraîl û Kerta Rojava ya Felestînê re hevsînor e, di wan salên dawî de ji ber zêdebûna pileya germê û hişkesaliyê her sal asta ava wê yek metre paşve diçe.

Wezareta Geştyariyê ya Îsraîlê û hunermendê Amerîkî yê 54 salî, Spencer Tunick ji bo hişyarkirina vê rewşê hevkarî kirin. Di vê çarçoveyê de, bi sedan modelên tazî ku bi boyaxek spî hatine pêçandin li Deryaya Mirî geriyan.

Spencer Tunick diyar kir, “Deryaya Mirî li ber karesateke ekolojîk e.”

Tunick got, “ez li vir im daku asta hişyariya xelkê derbarê kêmbûna ava Deryaya Mirî bilind bikim.”

Tunick derbarê sedema boyaxkirina laşên çalakvanan bi rengê spî de jî got, wî xwest ku modelan bi boyaxa spî bixemilîne da ku behsa çîroka Incîlê ya jina Lût bike, ku tê gotin ew bûye stûnek xwê.

Deryaya Mirî ji ber rewşa keşûhewayê û bikaranîna ava wê, her sal asta ava wê dadikeve.