Serokomarê nû yê Qibrisa Bakur hat destnîşankirin

19-10-2020
RÛDAW
Nîşan Qibris
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Qibrisa Bakur, di gera duyemîn a hilbijartinên serokomariyê de berbijêrê ku Tirkiyê piştgiriya wî dikir, bi ser ket.

Serokê Partiya Yekîtiya Netewî û serokwezîrê Qibrisa Bakur Ersin Tatar piraniya dengan bir û weke serokomarê Qibrisa Bakur hate hilbijartin.

Li gorî daxuyaniya Seroka Desteya Hilbijartinan Narin Ferdi Şefik, Serokwezîrê Qibrisa Bakur Ersin Tatar ji sedî  51,7ê dengan biriye, li hemberî wî serokomarê niha Mustafa Akıncı ji sedî 48,26ê dengan birine. Bi vî awahî Ersin Tatar, weke pêncemîn serokomarê Qibrisa Bakur a ku ji aliyê civaka navdewletî ve nayê naskirin, hate hilbijartin.

Gera yekemîn a hilbijartinan roja 11ê vê mehê birêve çû û di wê gerê de Ersin Tatar ji sedî 32,45ê dengan û Mustafa Akıncı jî ji sedî 29,76ê dengan biribûn û hilbijartin bo gera diwemîn mabû.

Piştî ragihandina encaman, serokomarê niha Mustafa Akıncı, rikeberê xwe Tatar pîroz kir û got, ji bo ev encam derkeve, tiştê hate kirin û kesên ku kirin jî têne naskirin, hûn wan nas dikin û di kiryarên xwe de biser jî ketin.

Akinci bi van gotinan bal kişande ser destêwerdana Tirkiyê di hilbijartinan de û got ku ewê piştî sonda yasayî posta xwe radest bike. Akinci dawî li jiyana xwe ya siyasî jî anî ku ev 45 sal in bi awayekî çalak di nav de bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst