Xelatê Aurora yê hişyarkirina mirovayetiyê kesekî Kurdê Êzidî wergirt

19-10-2019
RÛDAW
Nîşan Aurora Ermenistan Mîrza Dînayî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Çalakvanê Kurdê Êzidî Mîrza Dînayî xelatê “Aurora” yê bo hişyarkirina mirovayetiyê ji nav sê berbijarn de li peytaxta Ermenistanê bajarê Yerîvanê wergirt.

Çalakvanê Kurdê Êzidî û Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Luftbrucke Iraqê Mîrza Dînayî, xelatê Aurora 2019ê wergirt ku ji milyonek dolar pêk tê.

Mîrza Dînayî yek ji damezrînêrên Dezgeha Xêrxwaziya Luftbrucke Iraqê ye ku alîkariyê rizgarbûyên ji destê DAIŞê dike daku li Almanyayê çareseriya pijîşkî ji wan re were kirin û herwiha alîkariya kesên hêjar dike.

Dînayî di rizgarkirina bi sedan jin û keçên Kurdên Êzidî ji destê DAIŞê de bûye alîkar û bixwe jî gelek caran beşdarî kampaniyên alîkariyê bo Kurdên Êzidî bûye.

Mafnas û çalakvanê ji Nijeryayê Zannah Bukar Mustapha û Mafnas û Çalavana ji Yemenê Huda El Sararî ya xelata duyem û sêyem wergirtin. Xelata wan jî 50 hezar dolar lixwe digire.

Ji sala 2016an ve her sale ev xelat li Ermenistanê li ser navê Aurora Mardiganian ê di sala 1915an de ji komkijiyê rizgar bûye tê dabeşkirin. Bi armanca pêşxistina raman û alîkariyên mirovayetî ew xelat tê dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst