McConnell: Vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê şaşiyeke stratejîk a mezin e

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê piraniya Encûmena Pîran a Amerîkayê ragihand ku biryara vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê şaşiyeke stratejîk a mezin e.

Di gotarekê de ku li rojnameya Washington Post hatiye belavkirin, Mitch McConnell, serokê piraniya Encûmena Pîran a Amerîkayê dibêje ev biryara serokê Amerîkayê hevpeymaniyên girîng lawaz dike.

McConnell herwiha got ev biryar dihêle ku metirsiya dubarekirina ezmûna vekişandin hêzên Amerîka ji Iraqê hebe.

Serokê piraniya Encûmena Pîran a Amerîkayê diyar kir ku wê biryara Barack Obama, serokê Amerîka yê berê, rê xweşkir ku DAIŞ li Iraqê serî hilde.

Wezîrê Berevaniyê yê Ameîrkayê Mark Esper di konferanseke rojnamevaniyê de berî niha aşkere kiribû ku bi fermana Serokê Amerîkayê Donald Trump ew dê hemû hêzên xwe ji Sûriyê vekişînin.