SWÎSRE - Drama malbatên Kurd berdewam dike

Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Swîsreyê di derbarê 3 malbatên Kurd û rojnamevanekî de biryar da, ku ew di ser Afrîqaya Başûr re çûne Firokexaneya Zurîxê (Zurich) û daxwaza îlticayê kirine, dersînor bike. Malbatên ku ev 45 roj in li firokexaneyê di şert û mercên giran de dijîn, çaverêya alîkarî û piştgiriyê dikin.

 

Ji bo her sê malbatên Kurd û rojnamevan, ku ev nêzikî meh û nîvek e li Firokexaneya Zurîxê ne, metirsiya dersînorkirinê heye û ew diyar dikin ku ger ev biryara dersînorkirinê were cîbicîkirin, di warê ewlehiya jiyana xwe de ew dê rastî metirsiyê werin. Cara pêşîn malbata ku di derbarê wan de biryara redkirinê hat dayîn, malbata Kiyatê ye.

 

Biryar hat dayîn ku bo Afrîqaya Başûr werin şandin

 

Yek ji endamên malbata Kiyatê Nûsrettîn Kiyat ji Rûdawê re axivî û got: “Em di ser Afrîqaya Başûr re hatin Zurîxê. Em du malbat in. Du jê keç em bi giştî 5 kes in. Cara pêşîn biryara redkirinê ji aliyê Dadgeha Federal a Swîsreyê ve bo me herdu malbatan hat dayîn. Birayara di derbarê me de hatiye dayîn, dibe her gavê were sepandin.”

 

Kiyat anî ziman ku Swîsreyê bi dayîna vê biryarê ewlehiya jiyana me xiste ber metirsiyê û banga hestyariyê kir:

 

“Li vir Daîreya Bilind a Penaberan guh nade me, ku em kî ne, em çi ne. Daxwazên me li ber çavan nagire. Dixwazin li gor nasnameyên ku me ew bo hatina Swîsreyê bi kar anîne, miameleyê li me bikin û me dîsa şûnde bişînin Afrîqaya Başûr. Ev rewş di warê ewlehiya me û zarokên me de dê bibe sedema metirsiyê.”

 

Bandoreke nerênî li ser zarokên me pêk tîne

 

Kiyat bal kişand ser şert û mercên firokexaneyê û got: “Ev cih, nabe ku malbat bo demeke dirêj lê bijîn. Bo zarokan mercên tenduristiyê tune ne. Ev meh û nîvek e zarokên me nikarin derkevin derve. Ji ber ku her tim li hundir in, rewşa wan a derûniyê xerab bûye.”

 

Nûsrettîn Kiyat da zanîn ku wek wan herdu malbatan malbeteke din a Kurd, ku ji 6 kesan pêk tê û rojnamevanek jî di ser Afrîqaya Başûr re hatine û ew jî li firokexaneyê dimînin û got, niha li firokexaneyê 17 kes hene, ku daxwaza wan a îlticayê hatiye redkirin û bo wan metirsiya dersînorkirinê heye, ku 8 kesên ji wan zarok in.

 

Wî Kurdî got: “2 Kurdên din jî di ser Brezilyayê re hatine û bo wan jî biryara redkirinê hatiye dayîn. Malbateke ji Rojavayê Kurdistanê heye, ku ew jî 4 kes in û 2 kes ji wan zarok in. Ew di ser Moldovayê re hatine. Lê di derbarê wan de hêj biryar nehatiye dayîn.”

 

Dicle Kiyat jî, ku ew 13 salî ye, ragihand, ew hatin Swîsreyê, daku dest bi jiyaneke nû bikin û daxwaz kir ku biryara di derbarê wan de hatiye girtin, demildest were rawestandin.