Helîkoptera leşkerî ket xwarê: 9 kuştî

19-10-2016
RÛDAW
Nîşan Helîkopter Artêş Ozbekistan Ketin
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Helîkoperteke leşkerî ya Artêşa Ozbekistanê kete xwarê û di encamê de 9 leşkerên wî welatî mirin.

 

Ofîsa Ragihandinê ya Wezareta Bergiriya Ozbekistanê di daxuyaiyeke nivîskî de ragihand, helîkotereke leşkerî ya Wezareta Bergiriya wî welatî ya ji core MI-171 li eyaleta Ferxane ya li rojhilata Ozbekistanê kete xwarê.

 

Li gorî daxuyaniyê, di encama ketina wê helîkoptera leşkerî de, 6 serbazên Ozbekî û 3 pîlot û xedemeyên helîkopterê jiyana xwe ji dest dane.

 

Wezareta Bergiriya Ozbekistanê herwiha ji ber bûyerê, serxweşî li malbatên serbaz û xedemeyên helîkoptera letî ya artêşa wî welatî kir.

 

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat gotin, ku ji bo derxistin û aşkerekirina sedemên ketina wê helîkoptera leşkerî, komisyoneke taybet ê lêkolînê dê were pêkanîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst