Azerbeycanê li herêma Qerebaxê dest bi ‘operasyonê’ kir

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Parastinê ya Azerbeycanê ragihand ku wan li herêma Qerebaxê dest bi “operasyonê” kiriye.

Li gorî Wezareta Parastinê ya Azerbeycanê, sedema operasyonê ew e ku “Li Qerebaxê ji nû ve sîstema destûrî ava bikin û bi terorê re têbikoşin.”

Di daxuyaniya Wezaretê de hat diyarkirin ku sedema operasyonê bêçekkirina hêzên Ermenistanê û dûrxistina wan e.

Wezaretê di heman demê de anî ziman ku wan Rûsya û Tirkiye ji operasyonê haydar kirine.

Li gorî Reutersê Wezareta Parastinê ya Azerbeycanê li ser operasyona xwe daxuyaniyek daye û gotiye:

“Di çarçoveya operesyonan de çeperên şer, xalên gulebaranê, wesayitên leşkerî û tesîsên leşkerî bi baldariyeke mezin hatine bêbandorkirin.”

“Operesyon ji bo tesîskirina destûra bingehîn pêk hat”

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku di operesyonê de bi tu awayî zerer negihiştiye sivîlan û armanca wan hêzên leşkerî yên neyasayî ne.

Azerbeycanê di daxuyaniya xwe de ragihand:

“Di encama teqîna 3 mayînên ku ‘hêzên leşkerî yên Ermenistanê’ bi cih kirine de 6 welatiyên me jiyana xwe ji dest da.

Di nava 6 kesên de, çar xebatkarên Wezareta Parastinê hene.”

Qerebaxa ku di qada navneteweyî de wekî beşeke Azerbeycanê tê naskirin û şêniyên wê bi giranî Ermenî ne, piştî şer, di salên 1990î de ji kontrola Bakûyê derket.

Azerbeycanê di şerê 2020an de beşeke vê herêmê careke din wergirtibû.