Galeriya wêneyan

19-09-2022
17 Photos

Wêne: AFP

Merasîma cenaze û veşartina şahjina wefatkirî ya Brîtanyayê Şahjin Elizabeth a Duyem dê îro Duşemê tê lidarxistin ku zêdetirî 2000 serok û kesayetiyên cîhanî hatine vexwendin ku yek ji wan serokan, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ye.

Pîştî 10 rojan merasîma veşartina şahjina wefatkirî ya Brîtanyayê, Şahjin Elizabeth a Duyem dê îro Duşemê 19ê Îlona 2022an bi dema Hewlêrê di demjimêr 19:30an de li Keleha Windsorê were lidarxistin.

Merasim dê li Westminster Abbey bê lidarxistin û ji seranserê cîhanê gelek serok, serkirde û wezîr têde beşdar in. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî li ser vexwandina fermî ya hikûmeta Brîtanyayê di merasimê de amade dibe.

Serokê Amerîkayê Joe Biden, Serokê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau ji serkirdeyên diyar ên beşdar di merasimê de ne.