Zêdetirî 2,000 serok û serkirde dê beşdarî merasîma veşartina Şahjin Elizabeth bibin

Hewlêr (Rûdaw) - Merasima cenaze û veşartina şahjina wefatkirî ya Brîtanyayê Şahjin Elizabeth a Duyem dê îro Duşemê were lidarxistin ku zêdetirî 2000 serok û kesayetiyên cîhanî hatine vexwendin ku yek ji wan serokan, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ye.

Pîştî 10 rojan merasîma veşartina şahjina wefatkirî ya Brîtanyayê, Şahjin Elizabeth a Duyem dê îro Duşemê 19ê Îlona 2022an bi dema Hewlêrê di demjimêr 19:30an de li Keleha Windsorê were lidarxistin.

Merasim dê li Westminster Abbey bê lidarxistin û ji seranserê cîhanê gelek serok, serkirde û wezîr têde beşdar in. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî li ser vexwandina fermî ya hikûmeta Brîtanyayê di merasimê de amade dibe.

Serokê Amerîkayê Joe Biden, Serokê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau ji serkirdeyên diyar ên beşdar di merasimê de ne.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êvara îro Yekşembê li ser vexwandina fermî ya hikûmeta Brîtanyayê gihîşt Londonê.

Di merasimê de bi sedan serkirde û navdarên cîhanê hatine vexwendin lê serokên çend welatan nehatine vexwendin.

Serokên ku nehatine vexwendin:

Brîtanyayê ji ber êrîşa Rûsyayê ya leşkerî ya li ser Ukraynayê Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn venexwendiye.

Di nav wan serokên ku nehatine vexwendin de Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî jî heye. Brîtanyayê nameyeke di asta balyozan de ji Îranê re şandiye lê ji 1979an ve balyozxaneyeke Îranê li Brîtanyayê nîne.

Brîtanyayê tevî ku ji sala 2000an vir ve têkiliyên xwe yên bi Pyongyangê re ji nû ve damezrand lê Londonê Rêberê Koreya Bakur Kim Jong-un nevexwendiye û li şûna wî balyoz vexwendiye.

Komara Îslamî ya Efxanistanê ji aliyê civaka navdewletî ve nehatiye naskirin, ji ber wê jî Brîtanyayê ti berpirsekî wî welatî venexwendiye.

Ji ber sûcên binpêkirina mafên mirovan desthilata leşkerî ya Myanmarê jî ji bo merasîmê nehatiye vexwendin.

Aloziyên di navbera Brîtanya û Çînê de, bi taybetî li ser girava Taywanê, bû sedem ku Serokê Çînê Xi Jinping beşdarî merasîmê nebe lê Cîgirê Serokê Çînê Wang Qishan li şûna wî beşdar be.

Serokê Sûriyê Beşar Esed jî ji bo merasîmê nehatiye vexwendin. Brîtanyayê di Gulana 2012an de piştî xwepêşandanên Adara 2011an ku di encamê de bi sed hezaran kes hatin kuştin, birîndarkirin û wendakirin û bi milyonan kes jî koçber bûn, Balyozê Sûriyê li Londonê dersînor kiribû.

Ji ber vê yekê Serokê Sûriyê û ti berpirsên din ji bo merasîmê nehatine vexwendin.