Li Kabulê 15 jin li pêşberî Wezareta Perwerdeyê kom bûn, devê xwe bant kirin û protestoya bêdeng kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li Efxanistanê komeke jinan "protestoya bêdeng" li dar xist ku cardin mafê xwe yê perwerde û xebatê bistînin ku bi desthelata Talibanê re hatin sînordarkirin.
Li Kabulê qedera 15 jin li pêşberî Wezareta Perwerdeyê kom bûn, devê xwe bant kirin û bi pankartên di dest xwe ve protestoya bêdeng kirin.
Wezareta Perwerdeyê hat protestokirin ku roja înê di daxuyaniya xwe de destnîşan kiribû, di dibistanan de bi tenê xwendekarên kur dê perwerdeyê bibînin û behsa perwerdeya xwendekarên keç nehatibû kirin.
Li ser pankartan "ders û erka min ji min nestîne", "mafê perwerdeyê ku di olê de heye ji jinan nestînin", "bi ser keçan de girtina deriyê perwerdeyê, dê wan rûbirûyê cehaleteke tarî bike", "xwestina ilmê li ser jin û mêran ferz e", "jin divê biçin dibistanê" nivîsîn.
Organîzatorê protesto Farah Mistefawî diyar kir ku ew ji bo mafê perwerdeyê û xebatê kom bûn û got, "Li gorî rêziknameya nû ya perwerdeyê keç dikarin bi tenê heta pola 6emîn perwerdeyê bistînin. Ji xeynî vê ciyên ku jin dikarin bixebitin hatin girtin. Sitandina perwerdeyê, mafê jinan ê şerî û medenî ye. Ne Îslamê û ne jî Xwedê ev maf ji me sitand."
Li ser hişyariya hêzên Talibanê, protestoya ku bi qasî 20 deqîqeyî berdewam kir, bi dawî bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse