Îbrahîm Biro: Em dê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî bibînin

19-09-2021
RÛDAW
Şandeke bilind a Itîlafa Sûriyê beşdarî civîna giştî ya Neteweyên Yekbûyî dibe
Şandeke bilind a Itîlafa Sûriyê beşdarî civîna giştî ya Neteweyên Yekbûyî dibe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Desteya Danûstandinan a Opozisyona Sûriyê Îbrahîm Biro ragihand ku şandeke hevbeşa bilnid a Itîlaf û Desteya Danûstandinan a Opozisyona Sûriyê li New Yorkê beşdarî civîna giştî ya Neteweyên Yekbûyî dibe û ew dê Emîndarê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî bibînin.

Şanda Opozîsyona Sûriyê sibê Duşemê 20ê Îlona 2021ê li New Yorkê dibe û heta 1ê Cotmehê hevdîtinên wê berdewam dibin.

Li gor daxuyaniyekê Itîlafê ji bo Rûdwê, dê şand hewl bide di hevdîtinên xwe de, ji aliyên pêwendîdar daxwaz bike ku lez di çareserkirina krîza Sûriyê de were kirin.

Itîlaf dibêje, li Washington ew dê ligel berpirsên Wezarerta Derve ya Amerîka û Koşka Spî bicivin û  daxwaza wan ji Amerîka dê ew be ku alîkariya Itîlafê bike.

Di nava şandê de, Serokê Itîlafê, Serokê Şanda Danûstandkar a Opozîsyona Sûriyê, Îbrahîm Biro û gelek berpirsên din ên Itêlafê cih digirin.

Endamê Desteya Danûstandinan a Opozisyona Sûriyê Îbrahîm Biro jî ji Rûdawê re got ku ji bo beşdarkirina Lijneya Giştî ya 76em a Neteweyên Yekbûyî li Newyorkê, Şandeke hevbeşa bilnd a Itîlaf û Desteya Danûstandinan a Opozisyona Sûriyê diçe Amerîkayê û di nav wê şandê de wek Kurd ji bilî wî Cîgirê Serokê Itîlafa Sûriyê Ebdulhekîm Beşar cih digirin.

Îbrahîm Biro herwiha da zanîn ku ew dê Sekreterê Giştî yê  Neteweyên Yekbûyî bibînin û piştî civîna giştî ya Neteweyên Yekbûyî dê wek şanda ENKSê hejmareke hevdîtin li gel berpirsên Amerîka jî pêk bînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst