Yûnan û Yekîtiya Ewropayê dixwazin 5 kampên nû ava bikin

19-09-2021
RÛDAW
Nîşan Yûnan Yekîtiya Ewropa Kampên Penaberan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Yûnanê bi hevkarî û hevahengiya li gel welatên Yekîtiya Ewrûpayê, dixwaze kampên nû li her 5 gravên, Leros, Lesbos, Kos, Chios û  Samos ên wî welatî, ava bike ji bo ku rê li ber çûna zêde ya koçberan ji bo Ewropayê bigre. Yekîtiya Ewropa 276 milyon Euro ji bo avakirina 5 kampên nû veqetandiye.

Li seranserî kampê, têlê stirî hatine danîn, kamîreyên çavdêriyê jî bo çavdêrîkirina koçberan hatine danîn. Yekîtiya Ewropa 276 milyon Euro ku dike 326 milyon dolar ji bo avakirina wan her 5 kampan nû veqetandiye.

Berpirsên Yunanê dibêjin ku xizmetguzariyên li nava van kampan dê gelekî baş bin.

Wezîrê Koç û Koçberan ê Yunanê Notis Mitarachi got: “Em niha corekî nû ji kampan çê dikin, ew jî navendên girtî yên kontrolkirî ne, ji aliyekî ve mercên jiyanê yên baş peyda dikin, li gel hemû xizmetguzariyên pêwîst wek ên ku li welatên Ewropayê tên pêşkêşkirin.”

Koçberên ku bixwazin derbas bibin an ji kampê derkevin, dê pencemora xwe li derî bidin, û kerta elektronîk bikar bînin û di deriyê kampê re derkevin.

Demjimêr 8ê êvarê, derî dê bê girtin, kesê ku berî vê demê derbasî kampê ne be, ew dê bê cezakirin.

Hefteya borî hejmarek ji rêxistinên mafên mirov, yek ji wan Rêxistina Lêborîna Navdewletî Amnesty International e, Yunan bi binpêkirina mafên koçber û penaberan tohmetbar kir.

45 Rêxistinên ne hikûmî  yên mirovî û grûpên civaka sivîl daxwaz ji Yekîtiya Ewropa û Yunanê kir, tevgera koçber û penaberan sînordar nekin li wan kampan.

Nûnera Komisyona Penaberan a ser bi Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) li Yunanê Mireille Girard jî got: “Dema xelk navê navenda girtî dibihîs in, ew dilgiran dibin. Gelekî girîng e ji wan re bidin xuyakirin ku ev navend dê vekirî bimînin û ew dê bikaribin çûnûhatinê bikin.”

Li kampeke koçberan a li girava Samos a Yunanê, ew yekem kampe tê vekirin, ji her 5 kampên ku ser her pênc giravên Leros, Lesbos, Kos, Chios û  Samos ên Yunanê ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve hatine avakirin, da ku rê bigrin li pêşiya koçberên ku ji Tirkiyê derbasî Yunanê dibin xwe bighînin Ewropayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst