Kurdekî karsaz û xêrxwaz li Rûsyayê: Têmûrê Wezîr

19-09-2021
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Kurdekî karsaz û xêrxwaz li Rûsyayê: Têmûrê Wezîr
Kurdekî karsaz û xêrxwaz li Rûsyayê: Têmûrê Wezîr
Nîşan Têmûrê Wezîr Rûsya Krasnodar Kurd NWM Group Hejarê Şamil Diyasporaya Kurdan Karsaz Xêrxwaz
A+ A-

Krasnodar (Rûdaw) - Xwediyê yek ji mezintirîn kompanyayên xanî û eqaran li Krasnodarê Kurd e. Têmûrê Wezîr sermayedarekî Kurd e li Krasnodarê.

Ev malbata Kurd ku di dawiya salên 80an de bi sedema şer koçber bû, mehane mûçeya 200 malbatên hejar li Krasnodarê dide û dibistan û hola werzişê ya bê beramber li Krasnodarê ava kirine.

Krasnodar yek ji pênc bajarên herî mezin ên Rûsyayê ye û weke paytexta başûrî tê naskirin. Piştî Moskow, li Rûsyayê herî zêde xanî li herêma Krasnodarê tên avakirin.

Yek ji mezintirên kompanyayên avahîzasî ya vê herêmê NWM Group e ku xwediyê wê Kurd e.

Ev kompanî bi giranî xaniyên villa ava dike, lewre, şêniyên Krasnodarê ji apartmanan zêdetir, xaniyên villa tercîh dikin.

NWM Group, koma kompanyayên malbata Nemoyevan e. Kompanya  tenê 10 sal e ketiye bazara avahîsaziyê,  lê îro di asta tevaya Rûsyayê de tê naskirin.

Xwediyê Kompanyayê, sirr û raza serkeftinê, bi kedkarî û bi dîsîplînê ve girê dide.

Têmûrê Wezîr, Xwediyê Kompanyayên NWM Grûpê, dibêje, “Her xebat baş e, lê dema bi xebatekê radibî, divê tu hesaba xwe bikî ka dê çi bikî bo ku pêşde biçî, em jî bi vî rengî dijîn û di vî warî de gelek pêşdebirin ji bavê min gihiştine min. Min navê bavê xwe li kompanyayê kir. Ev 10 sal e vî karî dikin, em dixebitin û divê bixebitin jî ku bigihijin dereceyeke baş.”

Malbata Nemoyevan, ji ber şerê Qerebaxê, dawiya salên 80-yî ya sedsala 20-an ji Ermenistanê koçber bûne Komara Adigeyê.

Mezinê malê `Nemoyev Wezîrê Mehemed`  ku nave kompanya NWM jî,  ji nave wî hatiye wergirtin, li Ermenistanê bi kiştukaliyê ve mijûl bûye û kesayeteke dewlemend bûye. Li Adigeyê jî bi kedkariya xwe, her wisa maye.

Îro peyrewên Wezîrê Mehemed, bajar di nav bajêr de ava dikin û prensîpên serkeftibûnê li seranserî Rûsyayê nîşan didin.

Têmûrê Wezîr, Xwediyê Kompanyayên NWM Grûpê, dibêje, “Li vî gundî me 1200-1300 mal çêkirine, di vî alî de jî heta 850 xanî… ev di du sal û nîvan de, li vî alî jî heta saleke din ta 850 xanî dê bên çêkirin.”

Temûrê Wezîr li gel karsaziya xwe, bi xêrxwaziya xwe ve jî bi nav û denge. Dema ku lehiyê, xaniyên gundê Pyatîgorskê wêran kir, ku nêzî 100 malbatên kurd jî lê dijîn, beriya her kesî Temûr xwe gihand hawara wan.

Kompanyaya NWM herweha mehane li bajarê Krasnodarê nêzî 200 malbatên kêmderamet jî, bi xwerdemeniyê ve dabîn dike.

Hejarê Şamil, Endamê Rêveberiya Federasyona Navneteweyî ya Diyasporaya Kurdan, dibêje, “Di nav kurdên me de gelek kesên serkeftî hene, gelek karsazên dewlemend hene û xêrxwaziyê nakin, lê Temûr (Temûrê Wezîr) hem dewlemend, hem serkeftî û hem xêrxwaz e û ez bang li hemû kurdên me dikim ku dewlemend bin û xêrxwaz bin.”

Temurê Wezîr li wan bajarokan, ku bi xwe ava dike, li ser hesabê xwe dibistan û baxçe zarokan jî ava dike. Ji bilî wan, bi sponsoriya Temûr li Krasnodarê Akademiya Boksê jî hatiye vekirin û li du holên cuda, bi sedan zarok û ciwan sûd jê werdigrin. Keç û kurên kurd jî lê rahênanê dikin. Piraniya wan di astên cuda bûne çampiyon jî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst