Dengdana hilbijartinên Rûsyayê îro bidawî tê

19-09-2021
RÛDAW
Nîşan Rûsya Hilbijartin Dûma
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hilbijartina sêrojî ya parlementoya Rûsyayê îro bidawî tê û rîban li hezaran sindoqên dengdanê tê danîn.

Tê çaverêkirin ku Partiya Yekîtiya Rûsya ya ser bi Vladimir Putin, ji tevaya 450 kursiyên parlementoyê, ku 334 kursiyên wê hene, piraniya dengan bidest bîne.

Bi bidestanîna piraniya dengan, partiya Putin dikare di hilbijartina serokatiyê ya 2024an de, glopa kesk ji bo serokê xwe, bo xweberbijêrkirinê vêxe.

Rêkarên ewlehî yên tund li Moskowa paytext û gelek navçeyên din hatine standin.

Ev yek di demekê de ye, ku heta niha Aleksî Navalnî, serokê partiya opozsiyonê û gelek kesên alîgirên wî di zindanê de ne, tirsa partiya desthilatdar heye ku xelk dakevine kolanan û xwepêşandanê bikin.

Îro gelek xelk li Rûsyayê ji bêdengiya opozsiyonê nîgeran in, herwiha wê sextekariya ku baweriya wan wiha ye, di hilbijartinan de, tê encamdan.

Ji bo îsal, sîstemeke elektronî bo dengdanê hatiye nasandin, hikûmet dibêje, proseya dengdanê zûtir dike û rêjeya beşdariya dengderan jî bilid dike, xelk vê sîstemê bi derfeta sextekariyê ji bo partiya desthilatdar şirove dikin.

Vladimir Zaxarov, Bazirgan, “Tiştek bi navê hilbijartin nîne, bi rastî bijardeya xelkê nîne. Hejmara partiyan kêm e, bi rastî tiştek nîne deng jê re bidin.”

Alêksî Falîn, Parêzer, “Baweriya min bi wê sîstema dengdanê nîne, ji ber ku ji serî hata dawî hemû sextekarî ye.”

Hilbijartina Encûmena Dûma, ji roja Înê ve destpê kiriye û îro bidawî tê.

Partiya Putin, bi tenê 336 kursiyên wê hene, bi her 5 partiyên din 108 kursiyên wan hene.

Li gorî rapirsiyekê ku Sentera COK ya Rûsî encam daye, partiya Putin ji tevaya 450 kursiyan 292 heta 306 kursiyan bidest tîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst