Amerîkayê biryarek derbarê serokomar û wezîrê derve yê Îranê de da

Hewlêr (Rûdaw) - Amerîka vîze da serok û wezîrê derve yê Îranê ku beşdarî civîna Encûmena Giştî ya Netewên Yekgirtî bibin.

Serokê Îranê Hesen Rûhanî û Wezîrê Derve yê wê yî welatî Cewad Zerîf, ji bo ku beşdarî civîna Encûmena Giştî ya Netewên Yekgirtî ya li New Yorkê bibin, serî li vîzeyê dabûn. Amerîkayê jî ku ev heyameke dirêj e  navbera herdu welatan aloz e, vîze da herdu serkirdeyên Îranê ku berşdarî civîna NYê bibin.

Li aliyê din, Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê, Ebas Mûsewî li ser hesabê xwe yê medya civakî aşkere kir ku Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf, dê sibê biçe bo New Yorkê. Mûsewî derbarê roja çûyîna Hesen Rûhanî de zanyariyek belav nekir.

Beriya niha hatibû aşkere kirin ku eger Amerîka vîzeyê nede Rûhanî û şanda pê re, ew dê beşdarî civînên Encûmena Giştî ya NYê li New Yorkê nebin.

Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê, bi tohmeta ku ji bo Rêberê Ayînî yê Îranê Ayetûllah Elî Hamaney kar dike, siza bi ser Cewad Zerîf de sepandibûn.