ETIYOPYA - Ji ber pevçûnên nijadî 1,4 milyon kes koçber bûne

Navenda Nûçeyan - Li Etiyopyayê di nav 6 mehên dawiyê de ji ber pevçûnên nijadî 1,4 milyon kes ji cih û warên xwe bûn.

 

Li gor daneyên Navenda Çavdêriyê ya Kesên di Nav Welêt de Ji Cih û Warên Xwe Dibin (IDMC) li Etiyopyayê îsal pevçûnên nijadî zêde bûn.


Navendê daxuyand di nav 6 mehên ewil ên sala 2018an de li ser sînorê Oromiya û eyaleta Başûr û li ser sînorê Oromiya û Somaliyê milyonek û 400 hezar kes ji cih û warên xwe bûn.


IDMCyê got kesên ji cih û warên xwe bûne di nav şert û mercên xirab de dijîn û li herêmên pevçûn hene jî hêj ewlehî pêk nehatiye.


Hat gotin li herêmên rojhilat, başûr û rojava pevçûn hêj berdewam in û di dawiya hefteyê de jî 15 hezar kes ji paytext û bajarên derûdor ji ber pevçûnan koç kirin.


Li gor daneyên navendê di şeş mehên ewil ê salê da li Sûriyeyê jî 1,2 milyon kes ji ber şer û pevçûnan koç kiriye. Li Komara Demokratîk a Kongoyê jî 950 hezar kes ji cih û warên xwe bûne.


Di nîvê ewil a salê da li giştiyê dinyayê ji ber şer û pevçûnan 5,2 milyon kes li welatê xwe ji cih û warên xwe koç kirin. Li gor daneyên navendê di lîsteyê da ewil Etiyopya paşê Sûriye, Komara Demokratîk a Kongoyê, Nîjerya, Somalî û Komara Afrîkaya Navîn cih digrin.