Şêwirmendê Erdogan: Kurd dê di şevekê de destkevtên xwe ji dest bidin

19-09-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Kurdistan Referandum Serxwebûn Tirkiye Erdogan Îlnur Çevîk
A+ A-

New York (Rûdaw) – Şêwirmendê Erdogan, Îlnur Çevîk derbarê helwesta Tirkiyê ya li hember referanduma Başûrê Kurdistanê de ji Rûdawê re ragihand, ku pêwîst nake ku Tirkiye ti pêngavên leşkerî û aborî li dijî Kurdistanê cîbicî bike, tiştên ku heta niha hatine kirin bes in. Çevîk tekez kir, bi encamdana referandumê Kurd dê di şevekê de destkevtên xwe ji dest bidin.

 

Şêwirmendê Serokomarê Tirkiyê, Îlnur Çevîk ku di nav şanda Tirkiyê de serdana New Yorkê kiriye, derbarê referanduma Herêma Kurdistanê û helwesta Tirkiyê li hember vê referandumê û herwiha pêwendiyên navbera Tirkiyê û Kurdistanê de bersiva pirsyarên Rûdawê da.

 

Li ser pirsyara, çima Erdogan û serkirdatiya Tirkiyê helwestên tund li hember referanduma Kurdistanê nîşan didin? Îlnur Çevîk ragihand: “Ji ber ku Tirkiye hest dike, ku ev yek dê bibe kabûsa senariyoyekê, bo kurdên Iraqê jî bi heman şêweyê her weke çawan ku bo xelkê din jî wisa dibe. Em hest dikin, ku Iraqê gelek destkevt di çend salên bihorî de, yanî ji sala 2003ê ve bi dest xistiye, ew jî destkevtên rewa ne. Xelkê Kurd hêjayî wan destkevtan e. Niha  em hest dikin ku di heyama şevekê de ew destkevt ji dest diçin, em li dijî vê yekê ne, ji ber ku em hest dikin, ya ku tê kirin, dê bibe pirsgirêkeke mezin li herêmê, ku bi rastî zirarê digihîne Kurdên Iraqê.”

 

Îlnur Çevîk di bersiva pirsyara, gelo tu dikarî zelal bikî ka ew kabûs çî ye, senariyo kîjan e? wiha nêrîna xwe anî ziman:

 

“Senariyo gelek zelal e, hikûmeta navendiya Iraqê vê yekê qebûl nake, em ditirsin ku bibe sedema şerê navxweyî li Iraqê û hêzên şîe yên Heşda Şeibî êrişî Kurd bikin. Îran jî bi heman şêweyî, ez dikarim te piştrast bikim, ku em dizanin Îran çawan kar dike. Dibe ku pirsgirêkeke mezin li herêmê çê bibe, me li ser vê yekê gelek nîgeranî heye.”

 

Li ser pirsyara, lê belê Kurd wiha nafikirin ku ew hemû nîgeranî hebin û dibêjin, em kar li ser dikin, Çevîk tekez kir: “Bi rastî ez tênagihîjim ku çima ew hest bi wan nîgeraniyan nakin, çimku gefên gelek ciddî hene. Kurdistanê hêj rêveberiyeke yekgirtî çê nekiriye, Silêmanî di rêyekê de diçe, Hewlêr û Duhok di rêyeke din re diçin, ev rastiya vê herêmê ye. Eger her kes ji min re bêje, ku rêveberiyeke yekgirtî li Kurdistana Iraqê heye, ez wiha dibînim ku ew (kes) li hesareyeke din dijî.”

 

Şêwirmendê Erdogan herwiha di bersiva pirsyara, aya ev yek merc e ku rêveberiyeke yekgirtî hebe û saziyên bihêztir hebin, heta ku dewlet were avakirin, destnîşan kir: “Hûn çawan dikarin vê yekê bikin, berî ku her karekê din bikin, divê hûn meşqên mala xwe encam bidin.”

 

Li ser pirsyara ku dibêjin yekem car dewlet tê avakirin û piştre meşqên mal tên encamdan, Îlnur Çevîk got: “Ew gefên ku niha li ser Herêma Kurdistanê hene, li ser ti welatekê nebûne.”

 

Li ser pirsyara, gelo sedema redkirina Tirkiyê vedigere bo wan tiştên ku li Herêma Kurdistanê rû didin, ne ku hûn hest bikin ku renge Kurd li Tirkiyê îlhameke mezintir ji wan re çê bibe, Çevîk da xuyakirin: “Ji bo Kurdên Tirkiyê em wisa hest nakin…, Tirkiye xaleke balkêş e, heta ji bo kurdên Iraqê jî.”

 

Şêwirmendê Erdogan di berdewamiya vê hevpeyvîna li gel Rûdawê de, di bersiva pirsa ku gelo Tirkiye dê ji bo rêgirîkirina ji serxwebûna Kurdistanê çi bike, gelo Tirkiye dê ti pêngaveke serbazî yan aborî li dijî Kurdistanê pêk bîne, wiha got:

 

“Pêwîst nake ku Tirkiye ti tiştekî encam bide, hemû ew tiştên ku hatine kirin, bes in.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst