Yûnanistan – Mîtîng û propagandeya hilbijartinan xilas bû

 

Atîna (Rûdaw) – Li Yûnanistanê xebat û propagandeyên hilbijartinan xilas bû û 22 partî û hêzên siyasî dê sibê ji bo 300 kursiyên parlamentoyê hevrikiyê bikin.

 

Sibê hilbijartinên giştî yê Yûnanistanê ye ji ber wê jî şeva borî mîtîngên herî dawî yên partî û hêzên siyasî hatin lidarxistin.

 

Di hilbijartinên vê carê yên Yûnanistanê de hevrikiya herî bihêz, di navbera hevpeymaniya radîkal a çep (SYRIZA) bi serokatiya Aleksîs Çîpras û hevpeymaniya Neo Demokratîk de ye.

 

Berpirsê pêwendiyên derve yên SYRIZA, Panos Trîgazîs li ser encamên hilbijartinan ji Rûdawê re got, emê vê carê herî kêm 130 kursiyan bidest bînin, belkî jî zêdetirî 150 kursî bibin para me. Em pir geşbîn in ji ber ku em nûneratiya çepên sedsala 21ê dikin…

 

 

Di propagande û mîtîngên namzedên SYRIZA de, ya herî derdikeve pêş ev e ku bila şansekî din bidin me da ku em kirîza niha ya aborî çareser bikin.

 

Namzedê SYRIZA, Dîmîtrî Stobus li ser vê yekê ji Rûdawê re got, ez pir piştrast im ku emê di hilbijartinên vê carê de bi ser kevin ji ber ku gel dixwaze şansekî din bide me. Çimkî şiyana me heye em kirî û pirsgirêkan çareser bikin…

 

Çalakvana bi navê Elefteriya Englî jî li ser hilbijartinên Yûnanistanê ji Rûdawê re axivî û got, hilbijartinên vê carê pir hestiyar in. Min hewl da herin derveyî welatê ji bo ku ji xwe re karekî bibînim. Rewş her ku diçe xirabtir dibe û ti pêşveçûnek tine.

 

Li Yûnanistanê, ev cara duyemîn e hilbijartinên giştî tên kirin. 25ê Çileya îsal jî hilbijartin hatibû kirin û SYRIZA bi %36ê dengan bi ser ketibû û hikûmet pêk anîbû.

 

Lê ji ber kirîza darayî, Aleksîs Çîpras meha Tebaxî ji serokwezîriyê îstifa kiribû, piştî wê bûyerê, biryara hilbijartinên pêşwext hatibû dayîn.