Hin Kurdên Êzidî li Yûnanistanê asê mane: Ji ber nêza û tîbûnê nikarin gavekê biavêjin

Hewlêr (Rûdaw) - Li daristaneke bakurrojhilatê Yûnanistanê çend koçberên Kurdên Êzidî asê mane û xwarin û vexwarin jî  bi wan re nemaye.

Şeş Kurdên Êzidî ku bi xeyalên jiyaneke baştir dixwest biçin Ewropayê, ji sînorê Tirkiyeyê derbasî Yûnanistanê bûn.

Her şeş kes ku di nava wan de jin û zarok jî hene li daristaneke rojhilatê bakurê Yûnanistanê asê mane.

Yekî ji koçberan bi rêya telefonê dîmen ji Rûdawê re şandin.

"Xwarin û vexwarin bi me re nemaye"

Koçberê ku nexwest navê wî were eşkerekirin got, “Rewşa me gelekî xirab bûye û xwarin û vexwarin bi me re nemaye.”

Wî koçberî herwiha da zanîn ku ji bilî keç û hevjîna wî sê kesên din bi wan re ne û ew hemû xelkê nahiyeya Sinûnê ya Şingalê ne.

Bi gotina wî ji ber tî û birçîna nikarin gavekê biavêjin û herwiha nizanin kû derê ve biçin.

Qaçaxçiyan beriya bi sê rojan ew şeş koçber, bi otomobîla xwe birine ser Çeme Merîçê yê di navbera Tirkiye û Yûnanistanê de û ew li wê derê hiştine.

Qaçaxciyan ji wan re gotiye 10 seatan bi meşê herin hûn dê bigihin nav bajêr.

Li gel ku ev sê roj in dimeşin û wan rêyeke zehmet derbas kiriye û hin jî negihiştine ti bajarekî.

Ew her şeş kes li herêma çiyayî ya daristana navçeya Sufliyê ya Evrûsa Yunaistanê asê mane û dixwazin hin kes bi hawara wan ve biçin.

Koçberê Kurd di heman demê de eşkere kir ku doh piştî nîvro wan pêwendî bi polîs û rêxistinên sivîl ên Yûnanistanê re daniye û got:

“Wan soz da me ku dê bi lez xwe bigihînin me lê heta niha kesî alîkariya me nekiriye.”