Hemşîreyekê 7 bebik bi zanebûn kuştibûn: Dadgehê got ‘Tawanbar e’

Hewlêr (Rûdaw) – Li Brîtanyayê hemşîreyekê 7 bebik kuştin û hewla kuştina 6 bebikan jî da.

Darizandina wê berdewam dike û dê biryara dawî were dayîn.

Lucy Letby salên 2015 û 2016an li Nexweşxaneya Countess of Chester Hospitalê ya bakurê rojavayê Brîtanyayê bi şevan di beşa zarokan de dixebitî.

Dema ku kes li wê derê nebû, wê dest biriye ser canê zarokên ku nû ji dayik bûne.

Wê hinek ji wan bi derziyê însûlînê kuştine, herwiha bi sirinqeyê jî hewa xistiye laşê hinekên din heta ku wan canê xwe ji dest daye.

Bi zorê şîr daye bebikan

Herwiha bi zorê şîr daye hinek bebikan û ew jî bi wî awayî kuştine.

Parêzera Giştî ya Dadgeha Qraliyetê ya Brîtanyayê Pascal John li ser bûyerê got:

“Lucy Letby bawerpêkirî bû ku beşeke zarokên metirsî li ser wan heye biparêze lê yên ku bi wê re dixebitîn nedizanîn ku kujerek di nav wan de ye.

Wê ji bo ku tawanên xwe veşêre gelekî hewl da. Bi rêya corbicorkirina rêyên êşandina pitik/bebikên di bin çavdêriya xwe de, hewl da hevkarên xwe bixapîne.

Hewl da zererên ku wê bixwe dane wiha nîşan bide ku ji ber xirabbûna rewşa zarokan zêdetir ne tiştekî din e.”

“Ez keseke gelekî xirab û nebaş im”

Polîsan Çiriya Paşîn a 2020an ew hemşîreya 33 salî desteser kir.

Di mala wê de destnivîseke ku “Ez ne hêjayî jiyanê me. Min ew jiqest kuştin. Ez ne baş im ku çavdêriya wan bikim. Ez keseke gelekî xirab û nebaş im.” li ser nivîsîbû dîtin.

Wekî tawanbar hat diyarkirin

Roja înê piştî 10 meh darizandina li Dadgeha Kraliyetê ya Manchesterê, tohmetên li ser wê hatin peyîtandin û wekî tawanbar hat diyarkirin.

Ser Pişkinînera Polîsên Chesterê Nicola Evans anî ziman:

“Ez nikarim xeyal bikim ku divê malbat di vê rewşê de çi hest bikin. Tenê hêvî dikim ku biryara dadgehê hinekî dilê wan rehet bike.”

5 kur û 2 keç in

Li gorî dadgehê 5 ji wan zarokên sava yên ku hemşîreyê ew kuştine kur in û 2 ji wan jî keç in.

21ê vê mehê Dadgeha Qraliyetê ya Manchesterê dê biryara cezakirinê wê tawanbarê bide.