Di 6 mehên îsal de lehiyê 38 milyar dolar ziyan gihandiye cîhanê

19-08-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi sedema guherîna keş û hewayê, di her 6 mehên destpêkê yên îsal de, lehiyê 38 milyar dolar ziyan gihande cîhanê, herwiha 4 hezar û 300 kesan di şeş mehên îsal de, bi sedema lehiyan canê xwe ji dest dane. Di demekê de ku sala 2021an , hejmara qurbaniyan 1 hezar û 282 kes bû.

Li bajarê Nelson e li Girava Başûr a New Zealanda, ji ber lehiyê ziyaneke zêde gihiştiye milk û malên xelkê, keşnasî dibêje kêmti ji 24 demjimêran bêhtirî 30 santîmetran baran bariye.

Berpirsên bajarê Nelson dibêjin, 230 xanî hatine valakirin û bêhtirî 50 hezar kes ji ber lehiyê derbider bûne, herwiha wan daxwaz ji 305 malbatên din kiriye ji malên xwe derkev in.

Andrew Seccombe, nişteciyê Nelson dibêje, “Ez li ser karê xwe bûm.  Hevjîna min telefon ji min re lê da. Wê vîdyoyên  avê girtibûn, dema ji serê gir ve dihat xwarê. Min tiştekî wiha nedîtiye. Tiştekî ecêb e. Ev hemû tenê di dema çend xulekan de çê bû.”

Li bajarê Datong Hui li Herêma Qinghai li bakurê rojavayê Çînê jî lehiyê 6200 kes ji şeş gundên navçeyê koçber kirine.

Berpirsên hikûmetê dibêjin, 16 kesan canê xwe ji dest dan û 18 kesên din jî winda ne. Medyaya wî welatî dibêje, ziyanên li Çînê di meha Hezîranê de ji ber lehiyê nêzîkî 250 milyon dolaran bû.

Heman dîmen li bajarê Yangon ê Myanmarê jî tên dîtin.

Berpirsên wî welatî dibêjin, ji 50 salî ve bi vî awayî lehî li vê derê çê nebûye, keşnasiya Yangong jî ragihand di şevekê de nêzikî 17 sentîmetran baran bariya di encamê de 21 gund di nav avê de man.

Yan Myo Aung ku xwendekar e dibêje, “Ez ji otobusê daketim û di nava avê de peya çûm, ji ber lehiyê bas rawestiya. Li wêsgeheke din ku lehî nîne ezê bi basekek din biçim.”

Li gorî saziya Swiss Insurance , di 6 mehên destpêkê yên 2022an de lehiyê nêzîkî 38 milyar dolar ziyan gihandiye cîhanê, ew bire ji sedî 22 ji têkrayî salane bêhtir e.

Hejmara kesên di van şeş mehên îsal de ku cane xwe ji dest dane 4300 kes bûn, ku di heman demê de sala 2021an 1282 kes bûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst