Kati Piri: Gelo di rêzê de Enqere û Stenbol hene?‎

19-08-2019
RÛDAW
Nîşan Kati Pirî HDP Şaredarî Qeyûm Amed Wan Mêrdîn Stenbol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Raportera Parlamentoya Ewropayê ya Tirkiyê Kati Pirî, twitta Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a ‎Stenbolê ya derbarê dûrxistina serokên şaredariyên sê bajarên Bakurê Kurdistanê de parvekir û got: ‎‎“Bi baweriya min li Tirkiyê hemû serokên şaredariyan ku bi awayekî demokratîk hatine hilbijartin eger ‎neyînin ziman jî bi heman awayî difikirin.”‎

 

Nerazîbûnên derbarê dûrxistina serokên şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê û danîna qeyûman li şûna ‎wan ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve berdewam in.

 

Raportera Parlamentoya Ewropayê ya Tirkiyê ‎Kati Pirî jî biryara wezaretê rexne kir.‎

 

Pirî, li ser hesabê xwe yê medya civakî twitta Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem ‎Îmamoglu ya derbarê dûrxistina ‎serokên şaredariyên sê bajarên Bakurê Kurdistanê de parve kir û got: ‎‎“Serokê Şaredariya Stenbolê, dûrxistina serokên şaredariyên Diyarbekir, Mêrdîn û Wanê yên Kurd ‎rexne kir. ‎‎Bi baweriya min li Tirkiyê hemû serokên şaredariyan ku bi awayekî demokratîk hatine ‎hilbijartin eger ‎newêribin bînin ziman jî bi heman awayî difikirin. Serokên Şaredariyên Amed, ‎Mêrdîn û Wanê piştî pênc meh di ser hilbijartina wan re derbas bûn bi îdîaya peywendiya wan ligel ‎terorê heye tên dûrxistin. Rêzgirtineke sifir li tercîha gel. Di rêzê de çi heye? Jikar dûrxistina serokên ‎şaredariyên Enqere û Stenbolê?.”‎

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst