ÎSPANYA – Polîs li pey grûbekî 12 kesî de ye

Navenda Nûçeyan – Êrîşa li Cadeya La Rambla ya Barcelonayê, yek jê êrîşa herî bi xîn a li Ewropayê ya îsal bû. Li gorî lêkolînên polîsên Îspanyayê, grûbekî 12 kesî plana êrîşan dariştiye ku tev jî Mexrîbî ne û li Sûriyê perwerdeya çekdarî dîtine.  

 

Roja pênşema derbasbûyî, demjimêr 17:00ê êvarê, li kolana navdar a Barcelonayê La Ramblayê, otomobîlekê ajote ser qelebalixiya xelkê. Li gorî amarên dawîn, di encama êrîşê de 14 kes hatine kuştin û 130 kes jî birîndar bûn. Hê jî zêdetirî 50 kesan ji ber giraniya birînên xwe, li nexweşxaneyê tên dermankirin. Di nava qurbaniyan de hemwelatiyên 34 welatên duda hene.

 

Îspanyayê ev êrîş weke êrîşeke terorîstî ragihand û paşî DAIŞê berpirsiyariya êrîşan li xwe girt.

 

Piştî êrîşê şofêrê otomobîlê reviya. Lê li ser vê bûyerê çend kes hatine girtin. Yek ji wan jî kesê bi navê Îdrîs Ukebîrê 28 salî yê bi rêgez Mexrîbî bû.

 

Demeke kurd piştî vê êrîşê li navçeya Alcanar jî teqînek çêbû û di encamê de kesek mir.

 

8 demjimêr piştî êrîşê, li navçeya Cambrilsê, ku 100 kîlometreyan ji Barcelonayê dûr e, êrîşeke din hate kirin. Lê hêzên ewlekariya Îspanyayê zû bersiv dane vê êrîşê di encamê de 5 kesên êrîşkar kuştin. Di dema pevçûnan de 7 kes jî birîndar bûn.

 

Guman heye, ku şofêrê otomobîla li Barceloyaê êrîş kiribû, heman ew kes be ku li Cambrilsê jî êrîş pêk anîbû. Ew kes jî Mûsa Okeberî yê 17 salî ye.

 

Berpirsên ewlekariya Îspanyayê pêşbînî dikin, ku grûbeke 12 kesî ev êrîş plan kiribin û tev jî bi rêgez Mexrîbî ne.

 

Heta niha kuştina 5 kesan hatiye piştrastkirin. Polîs li pey gumanbarên din de digere.

 

Êrîşa bi otomobîlan, weke taktîka DAIŞê ya Ewropayê tê binavkirin. Beriya niha li Stokholm, London, Berlîn û Nîceyê jî heman şêwazî êrîş hatibûne lidarxistin.