Li Şîliyê bi hêza 7,4 pileyan erd hejiya: Ti ziyanên canî nînin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bakurê Şîliyê bi hêza 7,4 pileyan erdhejek çêbû.

Derbarê mirî û ziyanên mezin de ti agahî nehatine bidestxistin.

Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) ragihand ku navenda erdhejê San Pedro de Atacamaya herêma Antofagastayê ye.

Hat ragihandin ku bi hêza 7,4 pileyan erdhejek çêbûye û kûrahiya erdhejê 117 kîlometre bûye.

Piştî erdhejê hişyariya tsunamiyê nehat dayîn û heta niha ti ziyanên canî û madî nehatine ragihandin.

Hat ragihandin ku erdhej li herêmên Tacna û Arequipayayê yê başûrê Perûyê jî hatiye hîskirin û di nav gel da bûye sedema tirsê.