Trump bi fermî bû namzedê Partiya Komariyan

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê berê yê Amerîka Donald Trump bi fermî qebûl kir ku bibe namzedê Partiya Komarî yê serokatiyê.

13ê Tîrmehê li Pensilvanyayê di dema mîtîngê de gule li Donald Trump hatin reşandin û di encamê de Trump ji guhê xwe birîndar bûbû.

Piştî êrişê Trump cara ewil di Kongreya Neteweyî ya Partiya Komarpariyan a li Milwaukee de ji raya giştî re axivî.

Trump di axaftitna xwe de wiha got:

“Ji bo ku ez bibim serokê hemû Amerîkayê ez namzediyê qebûl dikim, ne tenê ji bo nîvê Amerîkayê.

Qezenckirina nîvê Amerîkayê ne serkeftin e.

Bi bawerî, dilsozî û serbilindî ez namzediya ji bo serokatiya Amerîkayê qebûl dikim.”

Herwiha Trump diyar kir ku ew dê di meha Kanûna Paşîn de serkeftineke mezin bi dest bixe.

Trump destnîşan kir ku wê ji bo her kesî serdemeke nû ya ewlehiyê dest pê bike û divê perçebûna di nava civakê de bê rakirin.

Li aliyê din, Trump di axaftina xwe behsa hewla sûîqesta li xwe jî kir got:

"Tevî vê êrişa bi xof jî em vê êvarê bi yekîtî û biryardarî bi hevre ne. Ez ji her demê bêtir bi biryar im."