Wezareta Derve ya Amerîkayê ji Rûdawê re: Amerîka dê hêza xwe li Kendavê zêde bike

19-07-2023
Diyar Kurde
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller bersiva pirsên Peyamnêrê Rûdawê Diyar Kurde da
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller bersiva pirsên Peyamnêrê Rûdawê Diyar Kurde da
Nîşan Amerîka Îran Tengava Hurmuz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller ragihand ku ji ber gefên Îranê yên li herêmê berdewam in, Amerîka dê şiyana xwe ya çavdêrîkirina navçeyên Kendavê zêde bike û ji Rûsyayê xwest ku çalakiyên xwe yên leşkerî li esmanê Sûriyê rawestîne.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller ji Rûdawê re ragihand ku şandina firokeyên şer û alavên serbazî yên zêdetir ji aliyê welatê wî ve bo Tengava Hurmuzê dê şiyanên Amerîka li herêmê zêdetir bike.

Matthew Miller di bersiva pirseke Peyamnêrê Rûdawê yê Washingtonê Diyar Kurde de, daxwaz ji Îranê kir ku liv û tevgerên xwe yên li tengava Hurmuzê rawestîne û metirsiyê nebîne bo ser tengava bazirganî ya stratejîk ku yek ji pêncan hinardekirina petrola cîhanê bi wê rê pêk tê.

Têkildarî zêdebûna çalakiyên Rûsya li asmanê Sûriyê û bandora wê li ser rûbirûbûna DAIŞê, Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê ji Rûdawê re ragihand, Amerîka berdewam e li ser karkirina li gel hevbeşên xwe yên xwecihî li Sûriyê ji bo ku guvaşê li ser paşmayên DAIŞê bike û ji têkşikandina wan piştrast bin.

Miller herwiha dibêje, ew daxwazê ji Rûsyayê dikin ku dev ji tevgerên xwe yên gefxwarnê berde.

Pirsên Nûnerê Rûdawê yê Washingtonê Diyar Kurde û bersivên Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller wiha ne:

Diyar Kurde: Rûsyayê tevgera xwe ya hewayî li asmanên Sûriyê zêde kiriye. Ev yekji bo operasyonên we yên li dijî DAIŞê yên li wir dibe pirsgirêk? Li Sûriyê têkiliya we bi artêşa Rûsyayê re heye?

Matthew Miller: Ez dikarim bêjim ku Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê li Sûriyê bi hevkarên xwe yên xwecihî re berdewam in ji bo zextê li ser paşmahiyên DAIŞê bikin û rêkxistine têk bibin. Wezareta Berevaniyê li ser vê yekê û mijarên din axifî, û ez gotina wan piştrast dikim, em bang li hêzên Rûsyayê yên li Sûriyê dikin ku dawî li reftarên xwe yên bêpîvan û gefxwarinê bînin ku dibe egera sedema qeza û ziyanên canî.

Diyar Kurde: Çima Rûsya niha vê yekê dike? Hûn difikirin ku peywendiya vê yekê bi şerê Rûsya û Ukraynayê re heye?

Matthew Miller: Bêguman ez behsa mebestên Rûsyayê nakim, lê ez dê bibêjim ku ev reftareke nerewa ye û li gor nêrîna me divê demildest dest jê berde.

Diyar Kurde: Pirseke din li ser Îranê. Duh jî Washingtonê ragihan ku ji bo berterefkirina liv û tevgerên Îranê yên li Kendavê ew firoke û çekên zêde dişîne Rojhilata Navîn. Di heman demê de Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê hişyarî da Washingtonê û got ku zêdekirina amadekariyên leşkerî yên Amerîkayê li Kendavê dibe sedema nearamiyê û Tehran dê hemû mafên xwe ji bo parastina xwe li hember kiryarên neqanûnî yên Amerîkayê li nêzîkî sînorên xwe bikar bîne. Pirsa min ev e: Hûn van hişyariyên Îranê çawa dinirxînin? Û eger Îran liv û tevgerên xwe bidomîne, hûn dê van alavên leşkerî li dijî wan bikar bînin?

Matthew Miller: Li hember vê metirsiya berdewam, bi hemahengiya ligel hevalbend û hevkarên me, Wezareta Berevaniyê dê amadebaşî û şiyanên xwe ji bo çavdêrîkirina Tengava Hurmuz û derdora wê zêde bike. Em bang li Îranê dikin liv û tevgerên xwe yên li tengava Hurmuzê rawestîne û metirsiyê nebîne bo ser tengava bazirganî ya stratejîk ku yek ji pêncan hinardekirina petrola cîhanê bi wê rê pêk tê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst