Kurdên li Azerbaycanê ji serdana Nêçîrvan Barzanî dilxweş bûne

19-07-2023
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Serokê Herêma Kurdistanê doh bi serdaneke fermî çûbû paytexta Azerbaycanê
Serokê Herêma Kurdistanê doh bi serdaneke fermî çûbû paytexta Azerbaycanê
Nîşan Kurdên Azerbaycanê Nêçîrvan Barzanî Azerbaycan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê doh bi serdaneke fermî çûbû paytexta Azerbaycanê bajarê Bakuyê û li gel serokomarê wî welatî Îlham Aliyev civîneke berfireh encam da û Kurdên wê derê jî ji vê serdanê gelek kêfxweş bûne.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duh Sêşemê 18ê Tîrmeha 2023an bi vexwendnameyekî fermî ji aliyê Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev çûbû Bakuyê û vê serdana Nêçîrvan Barzanî dilê Kurdên li Azerbaycanê jî gelek xweş kiriye.

Beşek ji welatiyan dibêjin, ev serdan ji bo wan serdaneke dîrokî ye û êdî xelkê Azerbaycanê jî dê baştir qîmeta Kurdan bizane. Yek ji Kurdên li Azerbaycanê jî dibêje, dema ku wî Ala Kurdistanê li Azerbaycanê dîtiye, çavên wî tijî hesir bûne û ji xweşiyan giriya ne.

Peyamnêrê Rûdawê Kamîz Şeddadî, derbarê serdana Nêçîrvan Barzanî de, du pirs ji çend kesayetên Kurdên Azerbaycanê weke Serokê Komeleya Kurdên Azerbaycanê Zabit Memmedov, karsaz Paşa Hesenov, Paşa Hesenov Fexreddîn Paşayev, Çalakvanê Komeleya Kurdên Azerbaycanê Êmin Xanlarov, karsaz Xalidê Evdilbarî û Edîtorê Rojnameya Dîplomatê Tahîrê Silêman kirin.

Kamîz Şedaddî di yekem pirsa xwe de ji kesên navborî ev pirs kir: “Ji bo te serdana fermî ya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Azerbaycanê û hevdîtina wî li gel Serokê Azerbaycanê Îlham Aliyev tê çi wateyê?”

Serokê Komeleya Kurdên Azerbaycanê Zabit Memmedov di bersiva xwe de got: “Serdana Serokê Herêma Kurdistanê ya bo Azerbaycanê gelek girîng e, ji ber ku hin kesên li vê derê dijîn hêj nizanin Kurd û Kurdistan çi ye, bi saya vê yekê em dibêjin em xwedî dewlet in û serokê me heye. Di vî alî de baş e. Piştî vê yekê têkilyên baş di navbera Azerbaycanê û Kurdistanê de çêbin ew jî ji bo me baş in.”

Karsaz Paşa Hesenov jî got: “Ez bi vê serdanê gelek şad dibim û ev gaveke dîrokî ye. Me ji zû ve çaverêyê vê yekê dikir ku bibe. Li vê derê Kurd û Azerî weke xwişk û bira dijîn. Azerbaycanê zanî Kurd hene û xwedanê wan jî hene.”

Edîtorê radyoya bi zimanê Kurdî li Azerbaycanê Fexreddîn Paşayev jî anî ziman: “Ez dê heta dawiya jiyana xwe vê rojê ji bîr nekim. Ev ji bo min û ji bo hemû Kurdên Azerbaycanê rojeke dîrokî ye.”

Çalakvanê Komeleya Kurdên Azerbaycanê Êmin Xanlarov jî wiha axivî: “Em pir bextewer in ku îro em dibin şahidê ev hevdîtina mezin. Dema min li ber vê otelê ala Kurdistanê dît, çavên min tije hêsir bûn. Ew alayê ku xeyala hezar salî ya her Kurdekî ye, me dît û em bextewer bûn ku ala me li Azerbaycanê jî hat bilindkirin.”

Di bersiva xwe de Karsaz Xalidê Evdilbarî jî got: “Em ji zû ve li benda vê rojê bûn, em gelek spas dikin ku Serokê me Nêçîrvan Barzanî hatiye. Ez gelek kêfxweş bûm û ez dixwazim bigirîm. Li Azerbaycanê dê me Kurdan nas bikin û dê bizanibin Kurd hene û herwiha dê qimet bidin me. Hatina wî tişteke gelek mezin e. Kurd hene û dê her hebin.”

Edîtorê Rojnameya Dîplomatê Tahîrê Silêman jî got: “Dema me bihîst Nêçîrvan Barzanî dê were Azerbaycanê di dilê gelek Kurdên asîmile bûne de germayiyek çêbû. Hatina wî gaveke gelek girîng e û ez hatina wî pîroz dikim. Ez spasiyên xwe ji Serokomarê Azerbaycanê re jî pêşkeş dikim ku weke fermî Nêçîrvan Barzanî vexwendiye vê derê.”

Pirsa duyem jî ya Kamîz Şedaddî bi vî rengî bû; “Gelo hêvî û daxwaziya te ji serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Azerbaycanê çi ye?”

Li ser vê pirsê jî Serokê Komeleya Kurdên Azerbaycanê Zabit Memmedov got: “Mamosteyên me nîne, pêwîstiya me bi mamosteyan heye ku xort û keçên me da ku bixwînin. Di warê çand û hunerê de hinek kêmasiyên me hene û em dixwazin van pêş bixin. Herwiha em aştiyê ji bo herdu dewletan dixwazin. Em dixwazin Azerbaycan û Herêma Kurdistanê bibin dost da ku em jî bi rehetî çûn û hatinê bikin.”

Karsaz Paşa Hesenov jî dibêje: “Ji bo me jî baş e bazirganî di navbera herdu welatan de çê bibe û em jî biçin û bên. Em dixwazin Kurdistan li vê derê Konsulxaneya xwe veke da ku çi giliyên me hebin em ji wan re bibêjin.”

Edîtorê radyoya bi zimanê Kurdî li Azerbaycanê Fexreddîn Paşayev jî got: “Em dixwazin konsulxane li Hewlêr û Bakuyê werin vekirin, tekîliyên me yên aborî dê çêbin û ji wê zêdetir jî tkîliyên me yên civakî, medenî, çandî û wêjeyê hebin û herdu gel dê ji nêzîk ve baştir nas bikin.”

Çalakvanê Komeleya Kurdên Azerbaycanê Êmin Xanlarov jî wiha anî ziman: “Hêviya min ew e ku em bikaribin  pirtûk û materyalên cuda yên ji bo fêrbûna zimanê Kurdî ji Kurdistanê werbigrin. Bi giştî her neteweyek wê demê xwe bextewer pê dihese, dama ku  piştevaniyekê wî hebe. Û nûnertiya Kurdistanê li vê derê dikare ji me re bibe piştevaniyeke weha. ”

Karsaz Xalidê Evdilbarî jî dibêje: “Em dixwazin Barzanî peywendiyeke baş çêbike û li Azerbaycanê ofîseke veke. Ciheke me Kurdan li vê derê nîne em dixwazin ofîsek hebe û çûn û hatina çebûn. Em zimanê xwe wenda dikin lê ofîseke me hebe em dê çûn û hatine bikin û çalakiyên çandî pêk bînin û ev jî ji bo me baş e.”

Edîtorê Rojnameya Dîplomatê Tahîrê Silêman jî got: “Mele Mistefa Barzaniyê her tim zindî sê salan li Azerbaycanê maye û bila asayîşa Azerbaycanê bipirse li kijan malê maye û wê malê bikin muzexaneya Mele Mistefa Barzanî û mala Kurdan û bila wê derê kursên zimanê Kurdî bên dayîn û bibe cihê folkrola Kurdî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst