Sezgin Baran Korkmaz li Amerîkayê derket pêşberî dadgehê

Hewlêr (Rûdaw) - Karsazê ji Bakurê Kurdistanê Sezgin Baran Korkmaz ê ku bi sipîkirina pereyan tê tohmetbarkirin, piştî ji aliyê Austuryayê ve bo Amerîkayê hat radestkirin, doh 18ê Tîrmehê derket pêşberî dadgehê.

Karsazê Kurd Sezgin Baran Korkmaz, ji bajarê Welsê yê Austuryayê ku li wê derê girtîbû, roja Înê 15ê Tîrmehê bo Amerîkayê hat radestkirin. Korkmaz, doh 18ê Tîrmehê li eyaleta Utahê ya Amerîkayê derket pêşberî 3. Dadgeha Herêmî ya Sulhê. Dê yekemîn runiştina doza Korkmaz, 21ê Îlona 2022ê birêve biçe. Li gor medya Amerîkî Korkmaz îdiayên derbarê xwe de red kirine û piştî dozê bo girtîgehê hatiye şandin.

Tê îdiakirin ku Korkmaz, li bajarokê Plymouth ê eyaleta Utahê kompanya bi navê Washakie ya nûkirina zeyta motoran vekiriye û bi rêya kompanyayê bi Jacob Kingston û Isaiah Kingston ku her du birane ligel Levon Termendzhyan dahata xwe milyarek dolar kêm nîşan dane û bi vî awayî bac revandine û Wezareta Xezînê ya Amerîkayê xapandine.

Herwiha tê gotin ku Korkmaz ji sîxûrên Amerîkayê re derew kirine û sala 2018an Jacob Kingston û Isaiah Kingston jî xapandine.

Li Tirkiyê jî bi tohmeta sipîkirina pereyan derbarê Sezgin Baran Korkmaz de biryara girtinê hatiye dayîn û dest bi ser mal û milkê wî de hatiye girtin. Peywendiya Sezgin Baran Korkmaz ligel hejmarek berpirsên AK Partiyê hebû û çendîn wêneyên wî ligel Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan jî hene.

Li Amerîkayê jî derbarê Korkmaz de, ji ber tawanên spîkirina pereyan û revandina bacê dozek hatibû tomarkirin. Di çarçoveya wê dozê de, Amerîkayê ji Austuryayê xwestibû ku Korkmaz bê girtin. Li ser daxwaza Amerîkayê Korkmaz 19ê Hezîrana 2021ê li Austuryayê hatibû girtin.

Dadgeha Welsê ya Austuryayê 24ê Tebaxa 2021ê biryar dabû ku Sezgin Baran Baran Korkmazê xwediyê Holdînga SBK ku bi sipîkirina 133 milyon dolarên Amerîkî tê tohmetbarkirin, radestî Tirkiyê bike. Herwiha heman dadgehê Adara 2022an jî biryar dabû, Korkmaz bo Amerîkayê bê radestkirin.

Sezgîn Baran Korkmaz ji navçeya Dîgor a ser bi parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê ye û Kurd e. Tê gotin ku destpêkê bi kirîna kargeha zeyta motoran dest bi bazirganiyê kiriye, piştre SBK Holding damezrandiye û kar mezin kiriye.