Li Berlînê Dezgeha Cemal Nebez hat vekirin

19-07-2021
Zinar Şîno
Dr. Hannelore Kuchler, mîratgira yasayî ya hemû berhem û arşîva Cemal Nebez e
Dr. Hannelore Kuchler, mîratgira yasayî ya hemû berhem û arşîva Cemal Nebez e
Nîşan Cemal Nebez Hannelore Kuchler Nivîskar Kurd Almanya Pirtûkxane
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dezgeha Cemal Nebez li Berlîna paytexta Almanyayê hat vekirin. Li vê dezgehê hemû berhem û arşîva vî nivîskarî hatiye nimayîşkirin bo ku xwîner û serdankerên dezgehê sûdê jê werbigirin.

Mîratgira yasayî ya vî nivîskarê Kurd behsa, behsa bîra damezrandina dezgehê dike û dibêje, berî niha jî wan li gel mamoste Cemal Nebez behsa wê kiribûn û dema cenazeyê wî birin bo Silêmanyê jî wan biryar da ku dezgehê vekin.

Li nav dezgehê pirtûkxane û cihê karkirina Cemal Nebez heye ku dawî pirtûka xwe û beşek ji bîranînên xwe li wî cihî nivîsandibûn.

Dr. Hannelore Kuchler, mîratgira yasayî ya hemû berhem û arşîva Cemal Nebez e û derbarê vekirina dezgehê de dibêje, “Dema birina cenazeyê wî bo Silêmanî me biryar da vê yekê bikin. Berî niha li ser vê mijarê ez li gel Cemal axivîbûm. Eger ez tiştekî bikim divê bo heta hetayê be.”

Dr. Hannelore Kuchler ku bi xwe berpirsa dezgehê ye jî, amaje bi wê dike ku erka wan e berhem û arşîva Cemal Nebez biparêzin û dibêje, “Li vir berhemên belavkirî yên Cemal Nebez hene.”

Her kesê ku ji bo serdan û lêkolînê biçe Dezgeha Cemal Nebez, divê rojên Pêncçem û Înê biçe ku dê van herdu rojan vekirî be.

Berpirsa Dezgeha Cemal Nebez behsa wê jî kir ku ew dixwaza di meha berfanbarê de “Xelata Cemal Nebez” pêşkêş bike û tekez jî kir ku ew dê paşê biryarê li ser krîterên belavkirina wî xelatî diyar bikin.

Nivîskar û rewşenbîrê Kurd Dr. Cemal Nebez berfanbara sala 2018an koça dawî kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst