Encûmena Asayişa Navdewletî pirsa girtiyên DAIŞê gotûbêj dike

20-07-2019
RÛDAW
Ji bo çekdarên DAIŞê kesûkarên wan li çareseriyekê digerin
Ji bo çekdarên DAIŞê kesûkarên wan li çareseriyekê digerin
Nîşan Rojavayê Kurdistan HSD DAIŞ Civata Ewlekariya Navdewlet
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîteyeke Encûmena Asayişa Navdewletî pirsa girtiyên çekdarên DAIŞê gotûbêj dike û dê raportek li ser wan pêşkêş bike. Berê jî li Amûdê, bi beşdariya çend kesayetiyên biyanî, konferansek di derbarê heman mijarê de hatibû sazkirin û pêşinyar di derbarê wê dosyê de hatibûn amadekirin.

 

Civata Ewlekariya Navdewltî pirsa çekdarên DAIŞê yên girtî li ba Rêveberiya Xweser dê gotûbêj bike. Di vê derbarê de raporteke Fransa û Brîtanyayê hatiye pêşkêşkirin, daku çareseriyek bo wan çekdarên DAIŞê kesûkarên wan bê dîtin.

 

Bedevkê YPGê Nûrî Mihmûd ji Rûdawê re ragihandibû, ku zêdetirî 10.000 Çekdarên DAIŞê yên girtî li ba wan hene.

 

Herwiha li gor fermndarên HSDê  ji wan çekdarên DAIŞê 5.000 Çekdar Sûrî û Iraqî ne, 8.000 zarokên DAIŞê  ku bav û dayikên wan DAIŞî ne çê bûne,  4.000 kinên DAIŞê, ku piraniya wan biyanî ne girtîne, ew çekdarên DAIŞê û kesûkarên xwe ji 56 Welatan hatine Sûriyê.

 

Niha piraniya welatan wan çekdarên DAIŞê ku welatiyên wan in naxwazin û ji bo vê yekê Rêveberiya Xweser daxwaza dadgehek navdewetî bo çekdarên DAIŞê yên girtî dike, daku dawî bi vê pirsgirêkê bê.

 

Di dema dawî de Rêveberiya Xweser li bakur û rojhilatê Sûriyê li bajarê Amûda Rojavayê Kurdistanê kongreyek navdewletî derbarê dosye û çarenivîsa çekdarên DAIŞê yên girtî lidar xist, di vê kongireyê de mekanîzmayên binbirkirina DAIŞê û çarenivîsa çekdarên girtî hatin behskerin, ku ev yek bi hemû aliyên peywendîdar  ve girêdayî ye. Li gor beşdariyên kongreyê eger dosyeya çekdarên girtî û kesûkarên wan çareser nebe, ev yek wê rê ber bi geşbûna DAIŞê careka din xweş dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst