CENTCOM: Me fermandarekî bilind ê DAIŞê kuşt

20-06-2024
Nîşan CENTCOM DAIŞ Fermandar Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Fermandariya Navendî ya Amarîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan li Sûriyeyê fermandarekî bilind ê DAIŞê kuştiye.

CENTCOMê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku fermandarê DAIŞê yê bi navê Usame Cemal Mihemed Îbrahîm Cenabî hatiye kuştin ku organîzatorekî DAIŞê jî bûye.

Fermandariya Navendî ya Amarîkayê diyar kir ku wan Usame Cemal Mihemed Îbrahîm Cenabî 16ê vê mehê kuştiye û kuştina wî dê şiyana DAIŞê ya êrişkirinê kêm bike.

Fermandariyê li ser cihê ku ew berpirsê DAIŞê hatiye kuştin ti agahî nedan û destnîşan kir ku di operasyonê de xisar negihaye sivîlan.

CENTCOMê 6ê Nîsanê li ser operasyonên xwe yên 3 mehên dawiyê daxuyaniyeke nivîskî belav kiribû.

Li gorî daxuyaniyê, di maweyê 3 mehan de li Îraq û Başûrê Kurdistanê 66 operasyon hatine kirin û di van operasyonan de 11 DAIŞî hatine kuştin û 36 DAIŞî jî hatine girtin.

Li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî 28 operasyon hatine kirin û di van operasyonan de 7 DAIŞî hatine kuştin û 27 DAIŞî jî hatine girtin.

CENTCOMê diyar kir ku ew li Îraq û Sûriyeyê ji bo girtina 2 hezar û 500 DAIŞiyî hewl didin û ev hewlên wan girîng in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst