Kanadayê Supaya Pasdaran xist lîsteya terorê: ‘Ji Îranê derkevin’

19-06-2024
Nîşan Kanada Supaya Pasdaran Lîsteya Terorê Hişyarî Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Kanadayê biryar da ku Supaya Pasdaran a Îranê bixe lîsteya terorê û ji welatiyên xwe xwest ku ji Îranê derkevin.

Wezîrê Ewlehiya Raya Giştî Dominic LeBlanc di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihand ku wan piştî nirxandinên hûr û kûr ev biryar standiye û got:

“Hikûmeta me dê çalakiyên neyasayî yên Îranê û piştgiriya ku Îran dide terorê piştguh neke.

Ev biryar li gorî polîtikayên me yên derve tên standin û pêvajoyeke dûr û dirêj a standina van biryaran heye.”

“Peyaman min gelekî zelal e”

Wezîra Karên Derve ya Kanadayê Melanie Jolyê jî hişyarî da welatiyên xwe yên li Îranê û got:

“Peyaman min gelekî zelal e, ji Îranê derkevin. Ji bo wanên ku niha li Îranê ye dema vegerê hatiye.”

Melanie Jolyê ji Kanadayiyan xwest ku neçin Îranê û heke planeke wan a bi vî rengî hebe bila betal bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst