Pentagon: Piştgiriya me ya ji bo Pêşmergeyan dê berdewam bike

Hewlêr (Rûdaw)- Pentagonê diyar kir ku ji bo careke din DAIŞ serî hilnede dê piştgiriya wan a ku didin Pêşmergeyan berdewam bike.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) Patrick Ryder di civîna rojnamegeriyê de bersiv da çend pirsan.

Patrick Ryder da zanîn ku ji bo careke din DAIŞ serî hilnede û nebe metirsî dê hevkariya wan a bi Hêzên Pêşmerge û hevbeşên din re berdewam bike.

Patrick Ryder amaje bi wê yekê jî kir ku ew dê kar bikin ku DAIŞ careke din nebe tehdîd.

Patrick Ryder eşkere kir ku hêzên Îraqî û hêza Pêşmergeyan di operasyonên nehiştina DAIŞê de xwedî roleke girîng bûne.

Patrick Ryder di berdewamiyê de jî got, “Ew dixwazin piştrast bin ku tehdîdên DAIŞê bi dawî bûne û dê di warê leşkerî û lojîstîkî de çi pêwîst be dê pêşkêşî hevpeymanên xwe bikin."

“Pêngavên girîng hatine avêtin”

Patrick Ryder da zanîn ku ew dixwazin bibînin ku hevpeymanên wan gihiştine wê astê û careke din DAIŞ serî hilnede û xwe bi rêxistin neke.

Li gorî gotina Patrick Ryder di warê leşkerî de pêngavên girîng hatine avêtin.

Patrick Ryder amaje bi dema vekişîna hêzên Amerîkayê ji Îraqê jî kir got:

“Civînên komîteyên hevbeş berdewam dikin. Biryar e di demeke nêzîk de ew komîte civîneke giştî li dar bixin lê ji bo civînan demek nehatiye diyarkirin."