Xaça Sor a Îtalyayê: 75 penaber wenda ne

19-06-2024
RÛDAW
Nîşan Îtalya Penaber Calabria Grava Lampedusa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Rêxistina Xaça Sor a Îtalyayê diyar kir ku heta niha çarenivîsa 75 koçberan nayê zanîn.

Di nava 2 rojan de li Deryaya Spî li peravên Îtalyayê, 2 keştî bin av bûbûn û gelek kesan kesan canê xwe ji dest dabû.

Xaça Sor a Îtalyayê ji Rûdawê re eşkere kir ku heta niha 75 koçberên ku di wan 2 keştiyan de bûne wenda ne.

Tîmeke Hawarçûnê ya Îtalyayê, 17ê Hezîranê ragihand ku keştiyeke penaberan li nêzîkî girava Lampedusayê bin av bûye û wan 51 koçber rizgar kirine û 10 koçber jî xeniqîne.  

Li aliyê din Hêza Deryayî ya Îtalyayê jî doh diyar ku keştiyeke penaberan li girava Calabriyayê bin av bûye.

Li gorî hêzên ewlehiyê yên Îtalyayê 72 penaber di wê keştiyê de bûne.

Heta niha 60 penaberên di wê keştiyê de wenda bûne.

Çarenivîsa 75 penaberan nayê zanîn û bêserîûşûn bûne.

Rûdawê derbarê nasnameya 19 kesan agahî bi dest xistine ku 8 ji wan xelkê Silêmaniyê ne û 11 kes jî xelkê Hewlêrê ne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst