Lîbyayî daxwaz dikin ku li dijî qaçaxçiyan tedbîrên tund bên wergirtin

19-06-2023
Loloxan
Lîbyayî daxwaz dikin ku li dijî qaçaxçiyan tedbîrên tund bên wergirtin
Lîbyayî daxwaz dikin ku li dijî qaçaxçiyan tedbîrên tund bên wergirtin
Nîşan Lîbya Qaçaxçî Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî binavbûna keştiya ku ji Lîbyayê ber bi Îtalyayê bi rê ketibû û zîdetirî 100 kesan tê de canê xwe ji dest dabûn, Lîbyayî daxwaza tundkirina tedbîran li beramber qeçaxçiyan dikin.

Roja 10ê Hezîrana 2023yan serê sibê belemeke tejî koçber ku li gorî berpirsên Yunanistanê derdora 700 koçberan têde bûne, ji Lîbyayê derketiye û berê xwe daye Îtalya û roja 14ê vê mehê li nêzîkî Yunanê binav bû. Di encamê de nêzîkî 100 kesan canê xwe ji dest dane û 100 kesên din jî rizgar bûne, hêj çarenivîsa kesên din ne diyar e.

Peravên bajarê Tubriqê yên li bakurê rojhilatê Lîbyayê yek ji wan cihên e ku koçber jê diçin nav deryayê daku xwe bighînin Ewropayê.

Endamê Komeleya Ebrîn Bo Alîkarîkirina Koçberan Mistefa Cehanî got "Vê dawiyê, me alîkariya zêdeyî 500 koçberan li beşê hawarçûna bajarê Tubriqê kiriye. Em daxwazê ji desthilatdarên xwecihî dikin, torên qeçaxçiyan rawestînin."

Hefteya borî, belemeke ku nêzîka 750 koçber tê de bûn û piraniya wan jî jin û zarok bûn, ji Lîbyayê ber bi Îtalyayê ve ketibû rê, lê li nêzîkê peravên Yûnanê di 9ê Hezîranê de binav bûbû. Heta niha xeniqîna 80 kesan hatiye piştrastkirin, 104 kes rizgar bûne û gera li pey çarenivîsa 500 kesên din jî bedewam e.

Binavbûna wê belemê yek ji mezintirîn trajedyayên nav deryayê taybet bi koçberan tê binavkirin.

Lêkolera warê koçberan Rîm Berekî dibêke "Em behsa karesatekê dikin ku ji peravên Lîbyayê destpê kiriye, sedema sereke ya vê bûyerê jî ew kesên bazirganiyê bi mirovan dikin ku bûye sedema bi kêmanî mirina 600 mirovan. Em îro rûbirûyê krîzeke mezin a mirovî bûne ku pêwîstiya wê bi hevahengiya navdewletî ya di navbera Lîbya û welatên din ên peywendîdar de heye."

Tubriq nêzîktirîn xala sînorî ya Lîbyayê bo Ewropayê ye û dema gehiştina belemeke koçberan ji Lîbyayê bo xala yekem a sînorê Ewropayê bajarokê Giawtory ê Îtalyayê ye ku nêzîka 23 demjimêran didome.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst