Li şûna mûzan bi xeletî bi bihayê 83 milyon dolarî kokaîn belav kirin

19-06-2022
RÛDAW
Nîşan Komara Çekê Mûz Kokaîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Komara Çekê polîsan li şûna mûzan ku bi şaşî li supermarketan hatibû belavkirin bi bihayê 83 milyon dolarî kokaîn desteser kirin.

Li gorî nûçeya The Independentê, li Komara Çekê karkerên ku di supermarketan de dixebitin, dema ku kasayên fêkiyên ku tê texmînkirin ji Kolombiyayê hatine vekirin, kokaîn dîtin.

Polîsên ku dest danî ser vê rewşê, ragihand ku di pakêtên ku li dora mûzan hatine çêkirin de derdora 997 kîlo kokaîn ku buhayê wê nêzî 83 milyon dolar e, hatiye dîtin.

Li paytexta Çekê Pragê û bajarokên Jicin û Rychnov nad Kneznou, pakêtên bi guman yekem car ji hêla xebatkarên supermarketan ve hatin ragihandin.

Polîsên Çekê ragihandin ku di çarçoveya lêpirsînê de hatiye diyarkirin ku kelûpelên heman partiyê li deverên din ên welêt jî hatine belavkirin, ji ber vê yekê rêveberiya gumrikê bi hevkariya saziyên din li van deran kontrol kirine.

Rayedaran her wiha diyar kirin ku ew amade ne ku bi rayedarên navneteweyî re ji bo berfirehkirina lêkolînan bixebitin.

Li gorî Ofîsa Tiryak û Tawanan a Neteweyên Yekbûyî (NY) hilberîna kokaînê di navbera 2014 û 2019an de hema hema du qat zêde bûye û gihîştiye asta rekorê. Di rapora sala 2021an NY de hat desnîşankirin ku piraniya hilberîna kokaînê li Kolombiyayê hatiye kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst