Hilbijartinên Fransayê – Macron nekarî piraniya deng bidest bixe

Hewlêr (Rûdaw) – Li Fransyê li gorî rapirsiya piştî dengdanê ya li ser sindoqan hevpeymana Ensemble (Pêkveyî) ya Serokomar wî welatî Emmanuel Macron nekarî di parlamentoyê de piraniyê bidest bixe.

Dengdêrên li Fransayê îro Yekşemê 19ê Hezîranê  ji bo beşdarbûna gera yekem a hilbijartinên parlamentoyê çûn ser sindoqan.

Proseya dengdayînê ya ku li gorî saeta herêmî saet 08:00’an li Fransayê dest pê kir, li gorî saeta herêmî saet 20:00’an de bi dengên welatiyên li bajarên mezin bi dawî bû.

Wezareta Derva ya Fransayê ragihand ku di hilbijartinan da li seranserê welêt di saet 17.00an da ji sedî 38,11 beşdar bûn.

Li gorî rapirsiyên piştî dengdanê hevypemana Ensembleyê ya ku di bin serokatiya Macron de hatiye avakirin, di navbera 200 û 260 kursiyan de di rêza yekem de ye, lê nikare piraniya dengan bidest bixe.

Li gor heman encaman lîsta Çepgiran yan Hevpeymaniya Nupes bi serokatiya Jean-Luc Mélenchon dê xwedî 150-200 kursî, û partiya rastgira tund a Rassemblement neteweyî (RN) 60-102 kursiyan bidest dixe.

Li gorî van encaman, hevpeymaniya Nupes bû dijbereya sereke ya parlamentoya Fransayê.

Di parlamentoyaa ku ji 577 kursiyan pêk tê, ji bo ku piraniya tekez bidest bixe divê yek ji partiyan xwedî 289 kursiyan be.

Namzetên ku di gera ewil de ji sedî 12,5 û zêdetir deng standin derbasî gera duyemîn bûn.

Di gera yekem a hilbijartinên giştî yên Fransayê de, gera duyem ji bo kursiyên ku namzed nikarin piraniya tekez bidest bixin, tê kirin. Namzetên ku di tûra yekem de ji sedî 12,5 an jî zêdetir dengan bi dest bixin, di tûra duyemîn de cih digirin. Namzedê ku di vê gerê de herî zêde deng bi dest xistî wek parlamenter tê hilbijartin.

Li gorî vê yekê di gera yekemîn a hilbijartinê de 5 namzetên karîn derbasî parlamentoyê bibin.

Li Fransayê bi qasî 48,7 mîlyon dengdêr hene.