Hevdîtinên Fînlanda, Swêd û Tirkiyê sibê berdewam dikin

19-06-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokomariya Fînlandayê ragihand ku hevdîtinên di navbera welatî wî, Swêd û Tirkiyê yên têkildarî endambûna NATOyê dê sibê berdewam bikin.

Li ser hesabê Twîtterê ya Serokomariya Fînlandayê ragihand hevdîtinên di navbera Finlanda, Swêd û Tirkiyeyê de sibê li paytextê Belçîkayê bajarê Brukselê birêve diçin.

Nûnerekî NATOyê jî daxuyanî da ajansa nûçeyan a fermî ya Swêdê TTyê û got li ser vexwendina Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg rayedarên wê hevpeyaniyê dê li baregeha Brukselê bi nûnerên payebilind ên Fînlanda, Swêd û Tirkiyê re hevdîtinan bikin.

Hinceta vetoya Tirkiyê li dijî endambûna Swêd û Finlandayê, beşa herî mezin bi Kurdan ve girêdayî ye.

Enqere îdia dike ku Stockholm û Helsinki, endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) vedihewînin û piştgiriya wan dikin, di demekê de Tirkiye wan herdû hêzên Kurdî wek “Rêxistinên terorîst” dibîne, bi wê hincetê jî Enqere ne amade ye rê bide Swêd û Finlandayê ligel Tirkiyê di nav yek hevpeymaniyê de cîh bigrin.

Serokkomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan pêdagir e li ser wê yekê ku heta Swêd û Finlanda dilgiraniyên Enqerê yên derbarê PKKê de jinav nebin, ew glopa kesk bo endambûna wan herdu welatan pênaxîne.

Enqerê hejmarek daxwaz ji Swêd û Finlandayê kirine

Lîsteyek ku ji aliyê Fermangeha Ragihandinê ser bi Serokatiya Komara Tirkiyê ve hatiye belavkirin, pêşan dide ku Enqerê hejmarek daxwaz ji Swêd û Finlandayê ku eger cîbicîh nekin, wê demê divê destê xwe endambûna NATOyê bişon, ku yên herî serekî evna ne:

-Divê Swêd û Finlanda cezayên ser Tirkiyê rakin, di nav de jî ambargoya firotina çekan, ku ji 2019an ve piştî êrîşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê, li ser ferz kirin.

-Bidawîanîna piştgirîkirina siyasî ya terorê “ku armanc jê PKK, YPG û Cemaeta Gulen e.”

-Bidawîanîna “piştgiriya darayî bo PKK û YPGê.”

-Bidawîanîna “Şandina çekan bo PKK û YPGê.”

-Divê Swêd 11 kes û Finlanda jî 6 kesan radestî Tirkiyê bikin ku li gor Enqerê endamên PKKê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst