Serokê Kazaxistanê: Em Donetsk û Luhanskê nas nakin

19-06-2022
RÛDAW
Nîşan 25emîn Foruma Aborî ya Navneteweyî ya Petersburgê (SPIF) Kazaxistan Rûsya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Kazakistanê Kasim Comert Tokayev di 25emîn Foruma Aborî ya Navneteweyî ya Petersburgê (SPIF) de diyar kir ku ew ê Donetsk û Luhansk ên li rojhilatê Ukraynayê nas nekin.

Tokayev, bi Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re beşdarî rûniştina sereke ya 25emîn Foruma Aborî ya Navneteweyî ya Petersburgê (SPIF) bû. Serokomarê Çînê Xi Jinping û Serokomarê Misrê Abdulfettah es-Sisi jî beşdarî forumê bûn.

Tokayev bal kişand ser berfirehbûna bazara Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê ku welatê wî jî endam e, ji bo bazarên Asya û Rojhilata Navîn û got, "Bi rastî, şûna veberhênanên bê sûd, divê siyaseteke bazirganiyê ya çalak û nerm ku bazarên Asya û Rojhilata Navîn digire were şopandin. Li vir Kazaxistan dikare wekî bazareke tampon rola xwe bilîze.”

Tokayev li ser parlamenter û rojnamevanên Rûsî yên ku derbarê welatê wî de îdiayên curbicur anîne ziman got, “Dibe ku niha ne guncav be ku vê bêjim lê bi rêya vê forumê dixwazim diyar bikim ku gotinên hin parlamenterên Rûsî yên derbarê Kazakistanê de bi tevahî şaş in. Pirsgirêkeke me ya ku em mezin bikin tune. Dabeşbûn di nav gelên me de û li Rûsyayê jî wêraniyê çêdike. Ev îdia bi min ne pir zelal in. Ev kes car caran biryarên rêveberiya Kazaxistanê û bûyerên li welatê me bi awayekî ecêb şîrove dikin.”

Tokayev di bersiva pirsên rojnamevanan de helwesta Kazaxistanê ya li hember Donetsk û Luhanskê diyar kir.

Tokayev got, “Eger mafê çarenûsa neteweyan li hemû cîhanê bi rastî bihata cîbicîkirin, wê demê li şûna 193 dewletên ku niha endamên Neteweyên Yekbûyî ne, diviyabû zêdetirî 600 welat derkevin holê. Helbet ev alozî ye. Ji ber vê sedemê em ne Taywanê, ne Kosovayê, ne Osetyaya Başûr û ne jî Abhazyayê nas dikin û ev yek dê ji bo Donetsk û Lûhanskê jî ku erdên nîvdewletî ne, derbas bibe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst