Îro gera duyem a hilbijartinên Fransayê tê lidarxistin

19-06-2022
RÛDAW
Avahiya Parlamentoya Fransayê.
Avahiya Parlamentoya Fransayê.
Nîşan Fransa Hilbijartinên Fransayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro gera duyem a hilbijartinên Fransa birêve diçe. Emmanuel Macron yekemîn Serokê Fransa ye, di du dehsalên bihorî de ji bo du xulan tê hilbijartin, lê partiya wî ku di pênc salên bihorî de piraniya kursiyên parlementoyê di dest de bû, di gera yekem a hilbijartinê de xwe di kêbirkiyeke zehmet de ligel hevpeymaniya NUPES a çepgiran dît.

Emmanuel Macron, hest bi guşara vê kêbirkiyê dike û daxwazê ji xelkê Fransayê dike nehêlin partiya wî piraniyê kursiyên parlementoyê ji dest bide.

Macron ragihand, “Roja Yekşembê nabe yek deng ji Komarê kêm bibe. Ez pişta xwe bi we girê didim, ji bo ku piraniyeke bihêz bidin welatê me, da ku rûbirûyî hemû alingariyên niha bibin, û hêviyê dirust bikin.”

Hevpeymaniya Gelêrî ya Jîngehî û Civakî ya Nû, ango NUPES ji aliyê Jean-Luc Mélenchon yê çepgir ve serkirdayetiya wê tê kirin, ew siyasetvanê ku di sê hilbijartinên Serokatiya Fransayê de biser neket.

Mélenchon dikarîbû 10 partiyên çepgir li jêr sîbera hevpeymaniya xwe kom bike, û rapirsî jî derdixin ku, dikare vê carê gelekî bêhtir ji wan 17  kursiyên wî yên ku niha hene, bidest bîne.

Martin Quencez, şirovekarê siyasî dibêje, “Eger nû beşekî berbiçav ji kursiyên Encûmena Nûneran bidest bîne, êdî bê guman gelekî zehmetir dibe ji bo Emmanuel Makron, da bikaribe çaksazî û programên xwe cîbicî bike. Ew ê bikaribin gelek destpêşxeriyan li nav parlementoyê red bikin, ev yek, tevî ku, ne hemû desthilat di dest Encûmena Nûneran de ne, lê ligel wê yekê jî, ew dikarin bêhtir zehmetiyê bikin.”

Di gera yekem a vê hilbijartinê de ku 12ê vê mehê birêve çû, 47.51% ji dengderên Fransî deng dan ku ew nizimtirîn rêje bû di dîroka vî welatî de tê tomarkirin.

Hevpeymaniya Ensemble a Emmanuel Macron 25.8% ji dengan bidest anî û Hevpeymaniya NUPES jî 25.7%ê dengan.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst