Li Spanyayê şewata daristanan didome; Gelek bax û daristan şewitîn

Hewlêr (Rûdaw) - Çiyayê Monêtiske li parêzgeha Baldomarî ku dikeve Herêma Katalonyayê ji ber pêleke germê ya zêde û ne asayî agir pê ketiye. Li gor amarên fermî 1700 hektar zevî di encama agirpêketinê de şewitîne.

Heta niha ji 13 gundan nêzîkî 1700 kes neçar bûne malên xwe biterikînin.

Şewat hê jî didome û têna wê zêdetir dibe.

Serokê Şaredariya Baldomarê, Jozêp Galsêran dibêje, “Mixabin ev agirekî ne asayî ye. Lê ji aliyekî din jî normal e. ji ber ku pileya germê 40 û ji ber kêmbaranê agir gurtir dibe. Doh agirkujan ji asmanan hewl dan agir kontrol bikin lê bê encam bû ji ber pileya bilind a germê û bayê zêde  em nikarin agir kontrol bikin.”

Li gor amarên dawî heta niha ji ber agirê çiyayê monêtiskevê 1700 hektar bax û daristan şewitîne ku dike 17 hezar donim.

Agir di demekê de ye ku navçe ji ber guherîna keşûhewayê rûbirûyê pêleke hişkesalî û germayê bûye. Roja Şemiyê li piraniya bajarên Spanyayê pileya germê gehişte 40 pileyan.

Ev di demekê de ye ku hê jî demsala biharê li Spanyayê bi dawî nebûye. Rewşa cotkaran jî nîgeran kiriye.

Cotkarê bi navê Xosê Naval dibêje, “Guherîna keşûhewayê li vê derê bandoreke zêde li me dike. Hemû salan 2 an 3 pile ji sala pêştir germtire. Vê demsalê pileya germê 20 pile zêdeyî asta asayî ye û demeke dirêje baran nebariya ye. Rewş her ku diçe xirabtir dibe.”

Ligel Monêtsikê ji roja Çarşembê ve agir bi çiyayê ‘Sîra dê Kolêbraş’ jî ketiye.

Vîktor Rêsko, Pisporê Endezyariya Daristan li Zanîngeha Lîdayê dibêje, “Belê ez bawerim waye demsala agirpêketinê wateya xwe ji dest daye, niha hemû sal bûye demsala agirpêketinê. Tê wê wateyê ev guherîna serekî ye. Yek ji guhertinên bingehîn ên guherîna keşûhewayê jî dirêjkirina demsala şewatê ye.”

Wezîrê Jîngehê yê Spanya dibêje, li ser ji %75 axa Spanya metirsiya agirpêketinê û çolbûnê heye, kêmbaran û bilindbûna pileya germê jî metirsiyê zêdetir dikin.

Tê pêşbinîkirin ku roja Yekşembê pileya germê li Spanyayê asayî bibe û nêzîka 10 pile kêm bibe.