Hewlêr (Rûdaw) – Navendeke Lêkolînê ya ser bi Kongreya Amerîkayê derbarê rewşa Tirkiyeyê û paşeroja wî welatî piştî hilbijartinên 7ê Hezîranê de raportek weşandiye û tê de behsa AK Partiyek bê Erdogan kiriye. Di raportê de tê gotin: “Dibe derfetek ji AK Partiyê re bê pêş ku xwe ji Erdogan rizgar bike.”
Navenda Lêkolînê ya Congressional Research Service ku ser bi Kongreya Amerîkayê ve ye, raportek taybet derbarê rewşa Tirkiyeyê piştî hilbijartinên 7ê Hezîranê û paşeroja wî welatî de amade kiriye. Wê navendê derbarê hilbijartinên parlamentoya Tirkiyeyê de nirxandin kirine û amaje kiriye: “Herçiqas Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) serkeftiya yekem a hilbijartinan bû, lê belê wê partiyê asta xwe ya berê ji dest da ku ji sala 2002 an ve dikarî bi tena serê xwe hikûmetê pêk bîne.”
Li gor raportê, ew dengên ku AK Partiyê ji dest dane, ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) re çûne. Ew nêrîn jî berovajiyê wê ye ku dihat gotin, dengên HDPê ji ber dengên emanet ên Partiya Gel a Komarî (CHP) û bi rêkeftineka nepenî ya di navbera her du partiyan de, zêde bûne.
Di raporta Congressional Research Service de herwiha hatiye gotin, HDPê benda %10 a hilbijartinan derbas kir û bi dengek zêde ket parlamentoyê. Raport wiha didome: “Ew yek bû sedem ku rê li ber wê xwasteka Erdogan bê girtin ku dixwast bi tenê destûrê biguherîne.
Herwiha îro Navenda Lêkolînê ya KONDA li Tirkiyeyê di raportekê de aşkere kir, ti dengên CHPê ji HDPê re neçûne, belku dengên HDPê ji dengderên nû û wan dengan hatine ku pêştir deng didan AK Partiyê.
Li gor navenda lêkolînê ya Kongreya Amerîkayê, stratejiya Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Selahedîn Demîrtaş ji bo hilbijartinan bû sedem ku jibilî kurd, sekolarên tirk, lîberal û ewên ku ji bawerîdan bi Erdogan bêzar bibûn, di hilbijartinên wê carê de dengê xwe bidin HDPê.
Derbarê bandora encamên hilbijartinan bo ser pêwendiyên derve yên Tirkiyeyê de jî, wê raportê amaje kiriye, texmînkirin derbarê wê yekê de zehmet e, lê belê bê helwestiya Tirkiyeyê li hember wê hevpeymaniya navdewletî ku bi pêşengiya Amerîkayê pêkhatiye, dibe sedem ku bandorê li ser rewşa asayiş û aboriya Tirkiyeyê çêbike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse