Wezîrê Malezya bo Rûdaw: Reftarên DAIŞê dûrî Îslamê ne

New York (Rûdaw)- Wezîrê Derve yê Malezya, Anifah Aman ragihand ku, kiryar û reftarên DAIŞê dûrî ola îslamê ne û wan reftaran ziyanek mezin li cîhanê gehandine navê Îslamê.

Anifah Aman li bajarê New Yorkê di daxuyaniyekê de bo Rûdawê, jibilî şernezarkirina kiryarên DAIŞê li Iraq û Sûriyê, ragihand: “Bo rizgarbûn ji tundiyê û rêgirtin li kuştin misilmanan. Pêwîst e welatên îslamî kongreyeke navdewletî di nav xwe de girê bidin û çareseriyê ji pirsgirêkan re bibînin.”

Li gorî Wezîrê Derve yê Malezya, reftarên DAIŞê dûrî îslamê ne û çekdarên DAIŞê wêneyek xerab li ser îslamê dane cîhanê, lewma niha cîhan di wê baweriyê de ye ku reftarên DAIŞê yên îslamê ne.

Aman wiha got: “Divê em vê wêneyê rast bikin û ji wan re xuya bikin ku DAIŞ wêneyek nerast li ser Îslamê çêkiriye. Bi piştrastî em wan reftar û karên DAIŞê ku dike, bi taybetî kuştina birayên wan di cîhana Îslamî de, şermezar dikin. Em giştî li dijî kuştinê ne, lê em nizanin çi bêjin dema ku em dibînin di nava misilmanan de aliyek aliyê din dikuje.”

Anifah Aman wiha domand: “Divê em çareseriyekê ji vê rewşê re bibînin, ew jî tevî ku gellek dibêjin çareserkirina vê pirsgirêkê zehmet e, lê divê welatên misilmanan bicivin û çareseriyekê bo vî pirsgirêkê bibînin, ne tenê bo rawestana vê kuştinê, lê belê bo bidawîanîna têkbirina navê Îslamê jî.”